Divê xwendin bibe çandek

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Tîrmeh 2024 - 00:34

  • Pisporên perwerdekirina zarokan dibêjin divê malbat ji bikaranîna amûrên elektronîk, medyaya civakî û zêde bikaranîna telefonên destan dûr bisekinin. Li şûna wê, dema xwe ya vala bi xwendina pirtûkên ku zarok lê temaşe bikin derbas bikin.

Her çend pirtûk bê giyan jî be, ew xezîneya herî mezin a agahiyane. Xwendina pirtûkan rêya herî başe ku mirov xwe bi zanînê dewlemend bike. Wekî ku xwîner jî dibêjin “Pirtûk xwarina mêjî ne” û her wiha jî stûneke girîng ya mezinkirina zarokane. Mamoste û rahênera perwerdeyê Hewar Hoşyar wiha got:“Divê zarok ji dibistana dayikê fêrî xwendinê bibin. Lê belê, divê pirtûkên ku zarok dixwînin li gor temenê wan be û di pirtûkên zarokan de zêdetir wêne hebin. Erka dayik û bavan e ku bibin mînakek baş ji bo rênîşandana zarokên xwe, ji bo xwendinê û amûrên elektronîk dem diyar bikin. Ji ber ku dema zarok dê û bavê xwe bibîne ku pirtûkan dixwînin, ew ê hez bike ku bixwîne. Ji ber ku zarok di destpêkê de tenê teqlîd dike.”

Di dewamê de tekezî li wê yekê kir ku eger ji zarokatiya xwe ve ji bo xwendinê were perwerdekirin, wê hişê xwe berfireh bike, derdora xwe nas bike, pirs di serê wan de çêbibin û wê hewl bidin bersiva wan pirsan peyda bike û got:“Ev yek jî dibe sedem ku zarokekî jîr û jêhatî ku dê ji civaka xwe re bikêr be derbikeve.”

Projeya ‘Xwendin Xwarina Mêjî ye’

Xazî Xalid, xwediyê projeya ‘Xwendin Xwarina Mejî ye, got:’’Divê dayik û bav, li dibistan û li her derên din fikra xwendinê hebe da ku zarokan teşwîqê xwendina pirtûkan bikin, ne ku pirtûkên elektronîk yên li ser telefonan. Ji ber ku feydeyên pirtûkên çapkirî ji yên amûrên elektronîk zêdetir in. Divê Wezareta Perwerdeyê xwendina pirtûkan bike nav sîstema perwerdeyê, da ku xwendekar fêrî xwendinê bibin û girîngiyê bidin xwendinê.” Her wiha Berzan Omer jî wiha got;“Divê ji asta dibistana seretayî heta amadeyî û li malê xwendin hebe. Ji ber ku di vê serdema ku medyaya civakî û amûrên elektronîk hene, divê ji bo xwendinê bibe çand.” Di vê serdemê de di warê teknolojî û amûrên elektronîk de gelek pêşketin hene, medyaya civakî û gelek leyîstikên elektronîk, rêjeya xwînerên pirtûkan kêm kiriye. Girîng e ku zarok ji biçûkatiya xwe de fêrî xwendinê bibin û bala xwe bidin xwendinê da ku di jiyana xwe ya rojane de her dem wextê xwe ji bo xwendina pirtûkan veqetînin.

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.