Li Tebqayê ‘civatên Kelepûrê’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Mijdar 2024 - 00:46

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê bi alîkariya Navenda Çandê ya bajarê Cirniyê, bi armanca parastina kelepûr û nasnameya çandî ya herêmê rêze çalakiyên di navê “Civatên Kelepûrê” lidar dixe.

Her pêkhateyek xwedî nasname, çand û kelepûra xwe ya taybet e, her nifşekî radesî nifşê din kiriye ta gihiştiye roja îro, pêwîst e ev çand bi gelek awayan bête parastin, çi bi rêya vegotina helbest, stranên kevneşopî, gotinên pêşiyan û hunerên din.

Bi vê armancê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê bi armanca parastina kelepûra  pêkhateyên kantonê rêzeçalakiyên çandî lidar dixe. Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya der barê van çalakiyan de axivî.

Kelepûrê dinirxînin

Elî El Elaya ev çalakî wekî pêngaveke girîng ji bo parastina kelepûra herêmê û nûkirina nasnameya wê ya çandî bi nav kir û got: "Çalakî 28`ê cotmeha borî dest pê kirin. Helbestvan, wêjevan, dengbêj û mûzîkjen û kesên bi temanê xwe mezinin beşdar dibin û agahiyên girîng der barê kelepûra herêmê de parve dikin. Alî El Elaya li ser girîngiya civatên çandî yên ku dê mijarên kelepûra kevnar binirixînin jî wiha got, mijarên helbest, stran, gotinên pêşiyan û stranên gelêrî û çîrokên kevin dê bi awayekî berferh bêne nirxandin.

Cirniyê mîrateya çandî diparêze

El Elaya aşkera kir ku ev rûniştin û civat dê mehane bêne lidarxistin û heta dawiya sala 2025`an berdewam bin û ev agahî dan "Her tiştê ku tê de hatiye behskirin dê bêne belgekirin da ku di demên pêş de, stran, dîmen, karên şanoyê û pirtûk bêne çêkirin. "Der barê sedema bijartina bajarê Cirniyê wek cihê lidarxistina van civatan de El Elaya anî ziman ku  Cirniye xwedî mîrateyeke çandî ye û hîn jî bi folklora kevneşopî ve girêdayî ye.

Di civata yekemîn a kelepûrê ku 28ˈê cotmehê hatibû lidarxistin de mijara rêûresmên dawetên berê bi stran, helbest û stranên gelêrî hat gotûbêjkirin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.