Avakarê Koma Zerdeştê Kal bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Mijdar 2024 - 00:59

Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr, ku avakarê Koma Zerdeştê Kal bû li Elmanyayê koça dawî kir.

Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr ku bi navê Apê Şêxmûs dihate naskirin, li bajarê Gîssen ê Elmanyayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Şêxmûs Demîr ku sala 1953'an li gundê Taqa yê navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993'an de koçî Elmanyayê kiribû.

Şêxmûs Demîr bi gelek stranên xwe yên weke 'Şengal', 'Barî Baranek Barî', 'Şehîd Mamed' û 'Dersim' xizmet ji çand û hunera Kurd re kir.

Yek ji xizmetên wî yên ji çand û hunerê re avakirina Koma Zerdeştê Kal bû. Koma Zerdeştê Kal sala 1994'an ava bû û di nava hunera Kurd de bû xwedî cihekî girîng.

Cenazeyê Şêxmûs Demîr wê li goristana Xalbubê ya gundê Taqa bê veşartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.