‘Ji Bo Azadiyê Huner’ qeyûm şermezar kir!

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Mijdar 2024 - 00:55

Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner bi armanca şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga berfirehkirina hevgirtin û têkoşînê hat kirin.

Li Mêrdînê berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin didome. Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî desteserkirina vînê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê daxuyanî da. Hunermend Ayşe Çetînbaş li ser navê însiyatîfê daxuyanî xwend.  

Çetînbaş êrîşên ku ji sala 2015'an ve destpê kirin bi bîr xist û got: “Em weke Însiyatîfa ji bo Azadiyê Huner darbeyên li dijî rêveberiyên herêmî, gelê Kurd, parêzvanên maf û mûxalîfan, tinehesibandina mafên herî bingehîn û binpêkirina mafan qebûl nakin. Ji Êlihê heta Xelfetiyê, ji Mêrdînê heta Esenyurt û Colemêrgê em ê li her derê bin.” 

‘Ewilî jin dibin hedef’

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî. Devrîm Demîr diyar kir ku qeyûman ewilî jinan hedef digire û wiha axivî: “Di 8 salên serdema qeyûman de me dît ku herî zêde êrîşî li qada çand û hunerê hatin kirin. Di nava 8 salan de li ser van axan ne konserek û ne jî mihrîcanek pêk nehat. Ji ber ku sîstema qeyûman her tim dijminatiya çand û hunera gel dike. Her wiha dijminatiya nasnameyên cuda yên van xakan jî dike.” 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.