Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Amedê, bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, bi navê Ceylan Onkol (12) a di encama topbarana qereqola cendirmeyan de li Licê ya Amedê hatibû qetilkirin, “15’emîn Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê” lidar xistibû. Şaxên Egîtîm Senê encamên pêşbirkê eşkere kir. Encamên pêşbirkê li Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Sekretera Şaxa Amedê Ozgur Guger Pekgul encam ragihand. Ozgur Guger Pekgul da zanîn ku di pêşbirkê de, di nava xwendekarên dibistana seretayî de Zeynep Kaçmaz, Arvîn Lena Karakoyun, Tuana Çatak; di nava xwendekarên dibistana amadehî de Bedîrhan Denîz, Lara Îbrahîm, Hatîce Demîrel ketin dereceyê.
MA/AMED