Li Qamişlo pêşangeha wênesazan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 23 Mijdar 2024 - 00:56

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê wê bi tabloyên 55 wênesazan li Qamişlo pêşangehekê veke. Pêşangeh wê 28’ê Mijdarê (2024) li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo, bi dirûşmeya “Bi rengên xwe em ê jiyanê bedew bikin’’ were vekirin. 

 Li gorî agahiyên ku endamê Komîteya Amadekar û Şêwekar Elî Abdullah dane ji bo pêşangehê 78 wênesazan tabloyên xwe pêşkêşî komîteyê kirine. Ji vana 55 tablo hêjayî pêşkêşkirina di pêşangehê de hatine dîtin. Tabloyên hatine hilbijartin li ser mijarên cuda yên jiyana civakî bi boyaxên risasî, zeyt û avê hatine çêkirin.

Elî Abdullah destnîşan kir ku pêşangeh wê saet di 11.00’an de bi axaftinên vekirinê yên rayedarên Desteya Çandê bê vekirin. Pêşangeh wê 3 rojan vekirî bimîne û her roj di navbera saetên 10.00-14.00 û 16.00-20.00’an de ji hunerhezan re vekirî be. Pêşangeh wê roja dawî  saet 17.00’an bi şahiyeke ku dê hunermend Sumeya Mihemed, Daniş Botan û Şêxmûs Dogan tevlî bibin û belavkirina spasnameyên wênesazan bidawî bibe.

Elî Abdullah diyar kir ku armanca wan a ji vê xebatê pêşxistina hunera şêwekariyê ye û got ku şêwekarên tevlî vê pêşengehê dibin, wê karibin tevlî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bibin.

Elî Abdullah bang li hemû welatî û hunerhezan kir ku tevlî pêşangehê bibin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.