Divê tavilê azad bibe

În 15 Kanûn 2023 - 15:56

  • Şandeya navneteweyî xwest Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêne berdan. Şandeyê wekî din bang li dewletan kir da ku PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin.

Şandeya Jinê ya Navneteweyî ya ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji welatên cuda yên Ewropayê, piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbol û Amedê yên têkildarî tecrîd û dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li şaxê Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) pêk hat. Endamên şandeyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û OHD'ê, Parlamentera Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekhkeviyê ya Gelan (DEM Partîi) Ceylan Akça û gelek hiqûqnas jî di daxuyaniyê de amade bûn.

Parlamenter Ceylan Akça bal bire ser serdana şandeyê û got, "Em di demeke welê de ne ku li çar parçeyan êriş li dijî mafên Kurdan têne kirin. Şandeyê derfet dît ku vê rewşê bibîne, çavdêriyê bike."

 

Tecrîd li her derê berbelav bû

Piştre endama şandeyê ya ji Skoçyayê, Eva Schonveld axivî û têkildarî serdanê rapora şandeyê ya çavdêriyê parve kir. Eva Schonveld bi bîr xist ku ew şandeyeke civaka sivîl in û got, “Di Hefteya Mafên Mirovan de em hatin vê derê, me guh da pirsgirêkên Kurdan û hindikahiyên din. Ji rêxistinên civakî yên sivîl me beyan wergirtin. Kes û mirovên piştevanên girtiyên siyasî bûn. Weke şandeyê, me mijareke girîng dît: Girtina lîderê demokratîk ê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî û girtiyên siyasî hemûyan. Di encama hevdîtinên me de me hin tecrûbe bi dest xistin. Li gorî beyanatan, li Tirkiyeyê mafên bingehîn ên gelê Kurd bi rêk û pêk têne binpêkirin. Destpêkê jî mafên Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî têne binpêkirin. Peymanên navneteweyî dibêjin, "Nabe ku êşkence û kiryarên xerab li kesî bên kirin."
Eva Schonveld anî ziman ku di hevdîtinan de wan fêhm kiriye ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehan hemûyan belav bûye û got, "Girtî nikarin bi girtiyên din re têkiliyê deynin. Li gorî pîvanên navneteweyî tecrîda demdirêj û bênavber, şêweyekî êşkenceyê ye. Ya ku li Tirkiyeyê dibe, ev e. Her wiha, me bihîst ku êşkence li girtiyên nexweş tê kirin."

 

Em piştgiriyê didin çalakiyê

Eva Schonveld bal bire ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan a ku li dijî tecrîdê tê kirin û got, “Vê çalakiyê beriya 19 rojan dest pê kir. Em ne tenê ji bo wan, her wiha ji bo malbatên wan jî bi fikar in. Em weke şandeyê piştgirgiyê didin daxwaza girtiyên siyasî ku dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bide. Me bi xweşik û darîçav dît, sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê li dijî Kurdan weke rêbazeke dadgeriyê ya zextê tê bikaranîn. Li Bakur, em dibînin ku li şûna rêveberên şaredariyan ên bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin, rêveberên AKP'yî hatine bicihkirin.”

 

Daxwazên şandeyê

Eva Schonveld têkildarî daxwazên şandeyê jî ev agahî da:

  • Divê Peymana Stenbolê tavilê bê îmzekirin.
  • Dewletên endamên Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî zextên li gelê Kurd û hindikahiyan têne kirin tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
  • Êrişên li dijî Rojava divê tavilê bêne rawestandin û dagirker ji cihê dagir kirine tavilê vekişin.
  • Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe, weke lîderê demokratîk ê gelê Kurd rola wî bê naskirin û di vê rewşê de tavilê azad bibe.
  • Divê tecrîd bê rakirin û girtiyên siyasî hemû tavilê bêne berdan.
  • Em bang li dewletên xwe û dewletan hemûyan dikin da ku PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin û ji bo çareseriyeke demokratîk a ji gelê Kurd re bikevin nava liv û tevgerê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.