Tecrîdê rakin, muzakereyê bikin

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:18

60 jinên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê rehîngirtî ne bi nameyeke ku ji Wezareta Dadê ya Tirk re şandin gotin, “Ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

Tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan 37 meh in didome. Kampanyaya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsa Kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatibû destpêkirin berdewam dike. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên ragirtin ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de bûn. Girtiyan di 5’ê nîsanê de biryar girtin ku çalakiya xwe veguhêzin qonaxeke nû. Girtiyan biryar girt ku dadgehan boykot bikin û dernekevin hevdîtinê û bi telefonan re jî neaxivin. 

60 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê rehînên siyasî ne, bi vê çarçoveyê de nameyeke berfireh ji Wezareta Dadê ya Tirk, hikumetê û berpirsyarên dewletê re şandin. Di nameyê de hate xwestin ku ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di aştiyê de bilîze divê tecrîd were rakirin, azadiya wî ya fizîkî pêk were û şertên pêwîst werin bicihanîn. 

Jinan di maneyê de gotin, “Em li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 60 girtiyên jin ên siyasî ne. Berdewamkirina polîtîkayên îşkenceyê û tecrîda girankirî ya li ser pêşengê aştiyê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, welate me ber bi kaosekê ve dibe. ‘’

Muxatabên şer diyar in

Di nameyê de gotinên berê yên rayedarên hikûmta Tik de ku misyona Rêber Ocalan a ji bo aştiyê û çareseriya pirsa Kurd teyîd dikirin hate bibîrxistin û hate gotin,’’

Çareseriya pirsgirêkên siyasî -weke ku di cîhanê de tê zanîn- wê bibe partiya bijarte û şandeyên (dewlet) ji aliyê wê ve li aliyekî maseyê hatine wezîfedarkirin. Aliyê dewletê yê pevçûn an jî şer, partiya desthilatdar a wê rojê ye. Muxatabên di vî alî de diyar in.

Ji ber ku pirsa Kurd (yanî pirsa ferzkirin û redkirina Tirkbûnê) rastiyek e ku ev 100 sal in -û Peymana Lozanê sed saliya xwe temam kiriye- ji aliyê çar dewletên netewe (Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye) red kirin, înkar kirin, zimanekî bi tenê gelê Kurd ferz kirine û ew asîmîle kirine. Kurdan her tim li dijî vê serî hildane. Silêman Demîrel ji PKK’ê re got serhildana 29’emîn. ‘’

Bila muzakere dest pê bikin

Di nameyê de hate xwestin ku muzakere dest pê bikin û gotin,’’ 

Ji bo dawî li vî şer û şerê ku nêzî nîv sedsal e didome bê dayîn divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê rakirin û muzakere bên destpêkirin.’’

Demildest tecrîdê rakin

Bi domdarî rehîneyên siyasî wiha bang kirin: ‘’Bi encamî em bang li desthilat, Wezareta Dadê û hemû berpirsyaran dikin, ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê pêşengê aştiyê ye were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.