Li ber CPT’yê Nobeta Ocalan

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:58

  • Hevseroka KCDK-E’yê ragihand ku ew ê di navbeyna 15 û 19’ê Nîsanê de li ber CPT’yê bi tevlêbûna 3 hezar kesî ji bo 5 rojan çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin û ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bixwazin.

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî’ ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji aliyê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E), saziyên demokratîk ên li Ewropayê, komên enternasyonalîst û kesayetên navdar ên cîhanê ve hat destpêkirin, dewam dike. Di qonaxa yekemîn a kampanyayê de çalakiyên weke meşên dirêj, şandina kartpostalan a ji Ocalan re û xwendina pirtûkan hatin lidarxistin. Her wiha bi beşdariya bi sedhezaran kesan mitînga fînalê hate kirin.  

Qonaxa 2’yemîn a kampanyayê ku di 1’ê Adarê de dest pê kir, bi aktîvîte û çalakiyên girseyî dewam dike. Piştî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Newrozê di 4’ê Nîsanê de ku rojbûna Ocalan e her du daxwaz hatin bilêvkirin.  

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di navbera 15 û 19’ê nîsanê de li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê û Konseya Ewropayê (KE) yên li bajarê Strasbourg a Fransayê bi 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya 5 rojan were destpêkirin. 

Em dikarin tecrîdê bişkînin

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkilî têkilî mijarê axivî. Zumrut got,’’Êdî gelê Kurd qebûl nake ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de be. Di 8’ê Adarê û Newrozê de li dijî tecrîdê ast hate bilindkirin lê divê ev aste zêdetir were bilindkirin. Armanca me ya hilweşandina dîwarên Îmraliyê heye. Têkoşîna me ya ji niha û pê ve rêxistinkirina azadiya Abdullah Ocalan e. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de heke em hêz û rêxistinbûna xwe pêk bînin, em dikarin dîwarên tecrîda Îmraliyê bişikînin.”

Armanca Nobetê 

Zumrut diyar kir di navbera dîrokên 15 û 19’ê nîsanê de wê li ber CPT’yê bi tevlêbûna 3 hezar kesî çalakiya nobetê bidin destpêkirin û têkilî armanc, çarçoweya çalakiyê ev agahî dan: “Li vir em ê bi bîr bînin ku peywîr dikeve li ser milê Konseya Ewropayê. Çalakiya me ya li vir girîng e. Em ê li ber CPT’yê bi 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan li dar bixin. Dema ku em vê çalakiyê dikin wê bi Konseya Ewropayê re hin hevdîtin bên kirin. Hin dosyayên me amadekirine wê bên dayîn. Di dema pêşkêşkirina van dosyayan de, em ê bixwazin ku Konseya Ewropayê bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê bibîne û çalakiya pêwîst bike. Bi taybetî em dixwazin bêhiqûqiya ku Tirkiye dike demildest bi dawî bibe. Em dixwazin CPT çavên xwe ji pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê re negire û demildest biçe Îmraliyê û raporên bi dest xistine bi raya giştî re parve bikin. Em hewl didin bingeha van hemûyan ava bikin. Di vê wateyê de nobeta 5 rojan a ku em ê pêk bînin di warê peyama ku em ê bidin de pir girîng e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.