Divê sosyalîst dijî tecrîdê rabin

În 2 Sibat 2024 - 00:52

Parlamentera DEM Partiyê ya Izmîrê Burcugul Çubuk bal bire ser xemsariya li bara tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ya wan derdorên ku xwe bi sosyalîstî bi nav dikin û got divê sosyalîst berpirsyariya xwe rêxistinî bikin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî got tecrîd ji hêla siyasî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin.

Ev 35 meh in ku ku ji Rêber Abdullah Ocalan ti xeber nayê standin. Serlêdanên parêzer û malbatan a ji bo hevdîtinê ji hêla dewleta Tirk ve bi helwest û biryarên siyasî nayê bersivandin û hevdîtin tê astengkirin. Li dijî vê nêzîkatiya dewleta Tirk a li ser Ocalan li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê bi daxwaza rabûna tecrîdê grêvên birçîbûnê dest pê kirin.

Parlamentera DEM Partiyê Çubuk bi bîr xist ku tecrîda ku ji sala 1999’an ve hatiye sazkarkirin ev 3 sal in veguheriye tecrîdeke mitleq û bi lêv kir ku armanca bingehîn danîna tecrîda giran e. Çûbûk, bi lêv kir ku bi tecrîdkirina Rêberê gel  ya li Îmraliyê qûtkirina têkiliya bi gel re ye.

Divê tecrîd bi temamî were redkirin

Çûbûk bal bire ser çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgehan û çalakiyên bi rengên cihê berdewam dike û wiha got: “Tecrîd ji Tîpên S ên girtîgehan berbelavî hemû girtîgehan bûye. Li van deran armanc dikin ku kes derbarê xwe bi xwe jî tişteke nefikire. Tişta li civakê jî hedef digirin ev e. Heta ku civak dijî tecrîdê tênekoşe li dijî pergala tecrîdê teslimiyet derdikeve holê. Mekanîzmaya tecrîdê bêrêxistinkirinê bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê divê mirov pergala tecrîdê bi temamî qebûl neke.”

Soyalîst weke ku tecrîd nebe tevdigerin

Çûbûk, anî ziman ku rizîbûna civakî nikare ji polîtîkayên tecrîdê cuda were fikirîn û bi lêv kir ku li dijî tecrîdê li Tirkiyeyê piştevanî kêm maye. Çûbûk têkilî helwesta got weke tecrîd di nava jiyana wan de nîne tevdigerin wiha domand: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di nav jiyana me de heye. Ji bo wê jî divê mirov têbikoşe. Tişta ku dikeve ser sosyalîstên Tirkiyeyî ew e ku vê berpirsyartiyê bi rêxistinî bikin. Divê em vê qebûl bikin. Li aliyê din girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, ku tekana rêya wan a berxwedanê ev e. Lê li derve amûrên me yên cuda hene. Divê mirov van bi rengekî karîger bi kar bîne.‘‘

AKP-MHP bi tecrîdê xwe li ser piya dihêlin

Çûbûk, diyar kir ku polîtîkayên tecrîd û şer desthilatê li ser piyan dihêle û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em qebûl bikin ku paşveçûneke herî biçûk a di polîtîkayên şer û tecrîdê de dê bibe têkçûna faşîzmê. Lewma tecrîd bandorê li jiyana me hemûyan dike. Şovenîzmeke cidî heye ku refleksên civakî yên ku sîstem ji xwe re esas digire jî pûç dike. Ji bo şikandina vê yekê pêdivî bi qadeke fikirînê heye.‘‘

Şertên heyî nayên qebûlkirin

Dilsîz têkilî astengkirina hevdîtina bi Ocalan re got,‘‘Li gorî hin periyodan cezayên dîsiplînê didin û dixwazin vê pêvajoyê rewa bikin. Me beriya niha jî serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroya Tirkiyeyê (TBB) da. Me da zanîn ku ne tenê rewşa Ocalan, divê rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin jî were başkirin.‘‘ 

Dîlsîz raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) bi bîr xist û got: “Serlêdan hatin kirin lê belê ji ber nediryarbûna pêvajoya siyasî, em nizanin bê ka dê rewş çawa be. Weke hiqûqnasekê dibêjim ku, ne pêkan e şert û mercên heyî werin qebûlkirin.” 

Daraz bûye hiqûqî

Dîlsîz bi berdewamî  wiha got: “Em hemû dibînin ku daraz bûye siyasî. Me dît ku li gorî daneyên ewlehiya hiqûqê, Tirkiye di welatên cîhanê de bûye 116’emîn. Tirkiye ketiye pey welatên wekî Ugandayê. Ji bo welatekî ku jê re hiqûqî tê gotin re, ev rewş tirsnak e. Berî niha ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek dabû û li gorî wê biryarê tevnegeriyan. Wê demê ji tevahiya Tirkiyeyê dengek derneket û ji niha jî ji bo Can Atalay hate kirin. Vê gavê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn jî bin pê dikin. Em dikarin bêjin ku Destûra Bingehîn tune dihesibînin pêk naînin. Destûra Bingehîn peymaneke di navbera dewlet û welatiyan e. Çawa ku dema welatî li gorî vê tevnegerin mueyîdeyeke wê heye, rayedarên dewletê, hikûmet û desthilat jî neçare ku li gorî vê yekê tevbigerin. Lê belê em dibînin ku, ji ber sedemên cuda vê yekê bin pê dikin.” 

Milyonan got‚‘‘Ocalan vîna min e‘‘

Di dawiya axaftina xwe de Dîlsîz anî ziman ku milyonan kes ji Rêber  Abdullah Ocalan re gotine “vîna min e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her çiqas li gorî qanûnên Tirkiyeyê hikûm xwaribe û niha înfaza vê yekê were pêkanîn jî, aliyeke siyasî yê vê rewşê heye. Pêvajoya ku jê re ‘Pêvajoya Çareseriyê’ tê gotin bi Îmraliyê re hatibû kirin. Em her roj agahiyên pevçûn û mirinan digirin. Niha dikare vê rewşê ji holê rake û asêbûna siyasî ji holê rake, gotinan bêje. Ji ber vê di bin tecrîdê de tê girtin, hem weke siyasî hem jî weke hiqûqî ne rewşeke ku were qebûlkirin e. Hezar û 330 parêzerên li Tirkiyeyê destnîşan kirin ku ev yek nayê qebûlkirin û serlêdan kirin.” 

IZMÎR/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.