Divê peywira peykeran hebe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Hin peykerên balkêş yên cemaweriyê dikin ku xelkê li kolanan bi hawirdora xwe re têkiliyeke baş çêkin. 

Hin peykerên balkêş yên cemaweriyê dikin ku xelkê li kolanan bi hawirdora xwe re têkiliyeke baş çêkin. Li gel balkêşiya xwe ev peyker bi kêrî însanan jî tên gelek caran û xwedî peywir in. Peykersazê Elman Karl-Henning Seemann bi peykerên xwe yên li kolanan yan jî derve tenê nafikirîne, wî her wiha ev peykerên xwe ji bo ku xizmeta insanan bikin jî çêkirine.

Bi vî peykerê jî wî bizineke bi bi rik eynat nîşan daye ku ji hêla çend kesan ve bi kindir tê kişandin. Lê bizin zora van insanan dibe û ji derenceyan hilnakişe ber bi jor ve. Ev tenê ne peykerek e, her wiha ji bo kesên hilkişin jor dibe destek jî, yanî peywireke peykerî ya bi vî rengî jî heye. Jixwe, Seemann jî naxwaze peykerên statîk yên ku bi kêra karekî pratîk nayên, çêke.

Ew nihêrînên xwe yên li ser peykeran wiha rave dike: “Ez ji peykerên dînamîk hez dikim. Ez li ser hêla çarem ya wext ango tevgerê disekinim. Ez peykerên girêdayî erdkêşiyê çêdikim. Peyker ne ew tişt e ku weke îmajeke li hin meydanan werin danîn. Divê peywira wan hebe û ez serê xwe bi vê yekê re diêşînim.”

Peykerên Seemann dibe ku bê tevger û sabît werin xuyanê, lê dema meriv li wan bifikire ewqasî jî bi tevger û manyetîk in! Ji lewma, ew van peykerên xwe wiha pênase dike, “Senteza dijberan”.

LUDWISBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.