Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji ber şewba vîrûsa koronayê navber dabû kursên xwe. Hevseroka komeleyê Leyla Yardin dibêje, ji ber nexweşiyê ew nikarin niha dest bi perwerdehiyê bikin: “Lê divê em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman, nasname û hebûna mirov e.”
Leyla tevî şewbê jî muhim dibe xelk fêrîKurdî bibe û dibêje, "Dibe ku em îro nikaribin werin komeleyê, perwerde bidin, lê belê em dikarin malên xwe bikin dibistan."
Leyla wekî din behsa du bernameyên xwe yên nû jî dike: "Yek jê roja helbestan e. Ya duyê jî Dîwana Melayê Cizîrî ye. Di roja helbestan de em ê helbestên helbestkaran binîrxînin. Di roja din jî dê gelek nivîskar û helbestkar bicivîn û li ser Dîwana Melayê Cizîrê biaxivin."
Leyla got, nexasim mamosteyên medreseyên Kurdî û yên bi zimanên Farisî, Erebî jî dizanin wê di van minaqeşeyan de hazir bin û dersan jî bidin.
Komele Îlona par hatibû vekirin. Lê ji ber şewbê nekarî xebatên xwe birêkûpêk dewam bike. Leyla dibêje, "Xwendekarên me tim dipirsin em ê kengî dest bi perwerdehiyê bikin."
Leyla dibêje, wan karî beriya şewbê sinifekê mezûn bikin yanî 14 xwendekaran. Ew bi bîr dixe ku hingê hem mamoste û hem jî xwendekar gelekî şa bûne û axaftina xwe wiha bi dawî dike: "Em bi zimanê xwe hene. Di her warê jiyanê de divê em bi zimanê xwe biaxivin. Em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman û nasname hebûna mirovan e."
JINNEWS/ŞIRNEX