Divê komisyon nûnertiya civakê bike
Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:45
ROZA METÎNA / AMED
Doç. Dr. Selçuk Ozdag da zanîn divê komisyona bê avakirin hemû civakê bi rengê xwe di nava xwe de vehewîne û wiha got:” Ez dixwazim bibêjim ku ji navê komîsyona ku were damezrandin heta tevahiya civakê divê di nava xwe de bihewîne. Wê demê ev ê gaveke ji dil be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştî vê banga dîrokî geşedanên gavên ji bo pêvajoyeke nû derketin holê. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina ‘Komîsyona Demokratîkbûyin û Aştiya Civakî ‘ hevdîtin dewam dikin.
Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê, Parlamenterê Muglayê, Doç. Dr. Selçuk Ozdag têkildarî mijarê nirxandin kir.
Divê komisyon nûnertiya civakê bike
Doç. Dr. Selçûk Ozdag di destpêkê de da zanîn divê komisyona bê avakirin hemû civakê bi rengê xwe di nava xwe de vehewîne û wiha got:”Tirkiye li herêmekê ye ku şert û mercên siyasî û sosyolojîk ji ber cihê wê dijwar û cihêreng in. Geşedanên li Rojhilata Navîn û herêma Qefqasyayê têne zanîn. Ez behsa herêmekê dikim ku bûyerên civakî, krîzên siyasî û aborî, nakokî û şer bi tundî lê diqewimin. Tirkiye jî, yek ji wan welatan e ku herî zêde ji van geşedanan bi bandor bûye. Em her wiha dizanin ku emperyalîst dixwazin cudahiyên etnîkî û olî wekî manîvelayekê li herêm û welatê me bi kar bînin. Min her tim gotiye ku divê hewlên ku armanca wan dabînkirina hawîrdorek aştî û aramiyê ye, ku dem bi dem li gorî konjuktur û şert û mercên welatê me têne gotin, her tim piştevaniya wan bên kirin. Her pratîkek ku bêyî paşguhkirina edalet û hiqûqê were bicîhanîn, dê ji me piştgirî werbigire. Her xebat û hewldanek ku ji bo lihevhatina civakî, jinûve avakirina aştî, xwişk û biratiyê, xurtkirina hişmendî, xwesteka jiyana hevbeş a beşên civakê tê kirin/wê were kirin, ne tiştekî wiha ye ku em ê li dijî wê bisekinin. Welatê me di 45 salên dawî de bi rastiyek wekî wêrankirina aborî, windakirina jiyanê û wêrankirina hêviyan re rû bi rû maye. Bi vî awayî, ji bo pêvajoya ku tê gotin bi komîsyonek ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de were damezrandin, wê gaveke zexm be. Lêbelê, ez dixwazim bibêjim ku ji navê komîsyona ku were damezrandin heta tevahiya civakê divê di nava xwe de bihewîne. Wê demê ev ê gaveke ji dil be.”
Komîsyona Demokrasî û Hiqûqê
Doç. Dr. Selçûk Ozdag da zanîn divê nûnertiya komisyonê berfireh be û wiha dewam kir:”Her wiha daxwaz û pêşniyarên me derbarê naverok û karê komîsyonê de hebûn. Berî her tiştî, divê tenê li ser pirsgirêkekê nesekine. Di vê wateyê de, em pêşniyar dikin ku navê wê ‘Komîsyona Demokrasî û Hiqûqê’ be da ku avahiyek hebe ku tevahiya civakê bi şiyana xwe ya temsîlkirin û biryardanê û serxwebûna xwe ve bigire nav xwe. Em dizanin ku çavkaniya her pirsgirêkek aborî û siyasî ya li welêt, nebicîhanîna bi tevahî û bêqusûr a demokrasî û qanûnê ye. Em dixwazin nûnertiya komisyona wê bê avakirin berfireh be. Divê partiyên siyasî yên TBMM’yê jî di warê nûnertiyê de wek hev bin.
Ez bawer dikim ku serkeftina komîsyonek ku bi vê têgihîştinê were damezrandin û karê xwe bi awayekî orîjînal û samîmî pêk bîne, ji îhtimalên din rastir û maqûltir e.”
Divê meclis însiyatîfê bigire
Doç. Dr. Selçûk Ozdag da zanîn ji bo civakê divê meclis însiyatîfê bigire ser xwe û wiha pê de çû:”Pêkhateya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) xwedî hesaban e ku hema hema her beşê civakê temsîl dike. Ne pêkan e ku TBMM bi vê pêkhateyê însiyatîfê negire û li ser vê mijarê, ya yek ji pirsgirêka herî girîng a civakê ye, neaxive. Berevajî vê, divê însiyatîf bigire û biaxive. Her gotin û kiryarek ji dil û bi bandor ku dê ji vir ve nîşan bide, wê bandorek erênî li ser nêzîkatiya civakê ya li hember pêvajoyê, bike.”
Helwesta civakî
Doç. Dr. Selçûk Ozdag herî dawî wiha got:”Xwestek û hewldana neteweya me ya ji bo jiyana bi hev re, tevî cudahîyên ol, ziman, nîjad, mezheb û herêmê, xwe wekî xwesteka hevpar a her yek ji gelê me nîşan daye. Bêqanûniya ku li welatê me bûye rûtîn, pêkanînên nedemokratîk, sansûr û zexta li ser çapemenî û azadiya ramanê, pêvajoyên qanûnî yên li dijî siyasetmedarên hilbijartî, girtin û daxuyaniyên bi têgihîştin û çalakiyên propagandayê yên bi endezyariya siyasî têne kirin, divê ji bo welatiyên me û beşên civakê yên ku neçar in bi travmayên xwe re bijîn, nebe hewldanek erênî.”