Hêviyê em li ser piyan girtin

Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:25

Mehmet Çelik di sala 1994’an de li Mêrsînê hatibû girtin û ji aliyê Dadgehê ve bi îdîaya “Xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê” cezayê hepsa muebedê lê hatibû birîn. Mehmet Çelîk li girtîgehên Konya, Burdur, Semsûr, Bolu, Îzmîr, Sêwregê û Rihayê ma. Çelîk ku herî dawî sewqî Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê hatibû kirin, diviyabû di Kanûna 2024’an de bihata berdan. Lê berdana wî ji ber ku “poşmantî” qebûl nekiribû şeş mehan hatibû astengkirin. Mehmet Çelîk ê ku di 3’ê Hezîranê de hate berdan hest, fikir, fikar û şaşwaziyên xwe yên destpêkê parve kirin. Mehmet Çelîk da zanîn ku tişta di zindanê de dihêle ku mirov li ber xwe bide hêvî ye, bêyî hêvî tu mirov nikare di wan şert û mercan de li ber xwe bide û got:“Em her çiqas di nav çar diwaran de bûn jî li derveyî me jî jiyanek hebû. Ev jiyan roj bi roj mezin dibû, pêl bi pêl bandora wê berfirehtir dibû. Me jî digot em ê rojekê derkevin, vê hêviya xwe xurtir bikin, bi însanên xwe re, bi hevalên xwe re, li welatê xwe bigerin, bikenin. Tişta ku em li ser pêyan hişt hêviya paşerojeke xweş bû.”

Bajar mezin bûye têkîlî lewaz bûne

Mehmet Çelîk ji bo hestên xwe yên destpêkê jî ev yek anîn ziman:“Dema mirov hem li civakê, hem li bajêr dinêre mirov hestên têkel dijî, mirov diheyîre, şaşwaz dimîne. 30 sal berê Amed bajarekî biçûk bû, her kesî her kes nas dikir. Lê niha dema mirov li Amedê dinêre Amedeke din hatiye avakirin, ev mirov di nav şayişan de, di nav aloziyê de dihêle. Piştî 30 salî tu li guhertina civakê û bajêr dinêrî, tu dibînî ku li ser têkilêyê însanan pir bandor kiriye. Mînak; berê her kes li taxan dijiya, her kesî hevdu nas dikir. Niha her kes di bînayan de dijî, deriyê her kesi girtî ye, kes kesî nas nake, ev mirov xemgîn dike. Bajar her çûye mezin bûye lê têkiliyên însanan lewaz bûne. Ez hê jî diheyîrim; berê her kesî silav dida hev lê niha kes silav nade kesî, dema tu silav didî, kes bersiv jî nade mirov. Ev rewş ji min re pir xerîb tê.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.