Tîrmehê 28 jin hatin qetilkirin
Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:35
Jin û zarok her roj bi tundiya sîstematîk, destdirêjî û êrîşên zayendî re tên rû hev. Polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê, gumanbaran diparêze. Mirinên biguman ên jinan piranî wek ‘xwekuştin’ derbasî qeydan dibin û dosyê yan tên girtin yan jî qet nayên vekirin. Tevî vê tundiya ku her diçe zêde dibe jin dest ji têkoşîna xwe bernadin. Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS’ê berhev kirine, di meha Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
8 jin ji aliyê hevjîn, yek ji aliyê xezur, yek ji aliyê bira, 6 heb ji aliyê kesên bi wan re hatine zewicandin an bi wan re dijîn, jinek ji aliyê kurê xwe, du jin ji aliyê nasên xwe ve, sê jin ji aliyê xizmên xwe ve, sê jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê mêrê ku jê veqetiyaye, jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetilkirin. Li borî bajaran jinên hatine qetilkirin wiha ne:
Li Stenbolê 5, li Amedê 3, li Amasyayê 1, li Antalyayê 1, li Zonguldakê 1, li Samsunê 1, li Ardahanê 1, Enqereyê 1, Meletiyê 2, li Bartınê 1, li Eskişehîrê 1, li Muglayê 1, li Îzmîrê 1, li Mereşê 1, li Mersînê 3, li Denizliyê 1, li Edirneyê 1, li Edeneyê 1 û Hatayê jî 1 jin hatin qetilkirin.
JINNEWS