Divê Ingilistan ji bo pirsa Kurd rola xwe bilîze

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:56

Rojnamevanê Irlandî Mark Campbell ku bi salan e têkoşîna Kurdan dişopîne û bi sedema ku ala PKK'ê rakiriye tê darizandin û yek ji piştevanê kampanyaya ‘’Ji Ocalan re azadî, çareseriya siyasî ji bo stûtûya Kurdistanê’’ ye, diyar kir Ingilistan yek ji wan dewletan e ku di nav Komploya Navnetewî de cih girtiye, Kurd xweseriyê dixwazin lê di serî de Ingilistan li bara vê daxwaza Kurdan xwe kerr û kor dike, fikrên ku Rêber Ocalan têkilî çareseriyê daniye holê weke ‘’gef’ekê dibîne. 

Ocalan di mijara temsîlîyetê de xwedî fikren radîkal e

Campbell modela rêveberiya Rojava weke mînak da û got,’’Abdullah Ocalan di mijara temsîliyet û jiyana komunal de xwedî fikrên radîkal e. Ev yek ji dîktator û rejîmên herêmî re gefek e. Dizanim ku naskirina Rojava gelekî zehmet e. Lê ez di wê baweriyê de me ku mimkun e hêzên navneteweyî hin cure zextan li Tirkiyeyê bikin. Hemû hêzên dîktator dizanin ku Tirkiye rejîmeke çiqas dîktator û bêrehm e. Bazirganî tekane sedem e ku li dijî Kurdan komplo pêk tînin an jî dibin parçeyek ji vê komployê û tecrîda li ser Abdullah Ocalan. Ji bo pere û çekan xwedî peymanên mezin in.” 

Pirsa Kurd bi rêbaza leşkerî çareser nabe

Campbell girîngiya çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin destnîşan kir û îşaret bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kir, ku ji 1'ê sibatê ve dest pê kiriye û wê heta 15’ê sibatê dewam bike. Campbell got,“Kurd her roj li ber xwe didin. Dema mirov li dîrokê dinêre Kurd ji her demê bêtir bihêztir in. Tu caran çareseriya leşkerî ji bo pirsa Kurd nabe çareserî. Ji ber vê yekê pêwîste pirsa Kurd bi rêyên siyasî bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Ev ê zû an jî dereng pêk were. Hûn nikarin vê polîtîkaya zext, komkujî, girtin, bombekirin û mêtingeriyê bidomînin. Ji gelek aliyan ve Erdogan ji bo welatên demokratîk ên li rojavayê cîhanê re gefek e.”

 Modernîteya Kapîtalîst ji fikrên Ocalan ditirse 

Campbell bi berdewamî çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê yên sala 2018’an hatibûnbi bîr xist û got ji ber zextan Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêgav ma ku biçe Girava Îmraliyê. Campbell wiha domand: “Welatên kapîtalîst modernîteyê fikrên Ocalan weke gefekê dibînin. Lê li hemberî vê yekê tevgereke hevgirtinê ya mezin heye. Niha li Rojhilata Navîn nifûsa Kurdan nêzî 40 heta 50 milyonî ye. Heke wextek hebe ku Kurd bibin yek, rabin ser piyan û bi hev re têbikoşin, ev dem e. Ji ber ku fanteziyên Tirkiyeyê yên weke dagirkirina bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hene. Êşên ku gelê Kurd dikişîne dê berdewam bikin. Divê Kurd bibin yek. Ji ber vê yekê ez bang li mirovan dikim ku piştgiriya Meşa Azadiyê bikin.”

 Divê Ingilistan bi berpirsyarî rabe 

Campbell diyar ku pêvajoya pevçûnê rê li ber êşan vekiriye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd divê Ingîlistan jî bi berpirsyariya xwe rabe. Campbell herî dawî got, “Dirêjkirina şer ji aliyê min ve jî sûc e. Divê hikumeta Brîtanyayê siyasetmedarên xwe ji bo ku Tirkiyeyê neçar bike da ku meseleya Kurd bi rêyên aştiyane û siyasî bê çareserkirin bikar bîne. Ji ber ku li Îrlandayê xwedî tecrubeyên çareserîya pevçûnan in. Di vê wateyê de gelek tişt hene ku pêşkêşî Tirkiyeyê bikin. Em hêvî dikin ku sala 2024’an bibe saleke ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û em bikarin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin. Em hêvî dikin ku ji bo çareseriya siyasî ya aştiyane ya pirsgirêka Kurd gavek bê avêtin.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.