Divê Hewramî zimanê perwerdeyê be

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 24 Sibat 2023 - 02:35

HERÊM QADIR/ROJNEWS/HELEBCE

 

Zaravayê Hewramî beşek mezin yê zimanê Kurdî pêk tîne ku bi hezaran kes li Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pê di axivin. Her wiha di wêjeya Kurdî de jî ciheke wê ya giring heye ku beşek mezin yê wêje û helbestên Kurdî jî bi zaravayê Hewramî hatine nivîsîn.

 

Desthilatdariya Kurdî paşguh dike

Hewramî û Kakeyiyên li sînorê parêzgeha Helebce hişyariya tûnebûna zaravayê Hewramî didin û daxwaz dikin ku zaravayên wan di bernameya xwendinê de were bi cihkirin da ku hem zarok bi zaravayên xwe bixwînin hem jî metirsiya tinebûnê li ser rabe û gotin: “Di nava 31 salên desthilatdariya Kurdî de, zaravayê Hewramî ji aliyê hikûmetê ve hatiye paşguh kirin.”

Şêniyên Kakeyî û Hewramî yên li parêzgeha Helebce derbarê ‘Roja Zimanê Dayîkê’ de ji Rojnewsê re axivîn.

KARWAN HESEN

Divê zarok fêrî zaravayê xwe bibin

Ako Şaweys destnîşan kir ku divê zaravayên herêmê di nava perwerdeyê de cih bigirin û got;“Daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê dikin ku di nava beşek ji bernameya xwendinê de zaravayê Hewramî were bi cihkirin. Ji ber ku olê me Kakeyî û Yarsanî bi zaravayê Hewramî hatiye nivîsîn ku zarokên me fêrî olê me bibin. Ji bo pêşxistina ziman pêwîste di perwerdeya dibistanê de were bi cih kirin. Ji bo zarokên me fêrî ziman û zaravayê xwe bibin ku winda nebe.”

 

Piraniya wêjeya Kurdî bi Hewramî ye

Her wiha Karwan Hesen ê Hewramî jî got;“Di nava 31 salên desthilatdariya Kurdî de, zaravayê Hewramî ji aliyê hikûmetê ve hatiye paşguh kirin. Di nava perwerdeyê de zaravayê Hewramî nîne. Me bi sedan caran daxwaz kiriye ku zaravayê Hewramî di nava bernameya xwendinê de were bi cih kirin. Ger çend salên din wiha berdewam bike, wê tine bibe. Tinebûna her ziman û zaravayekê zirarê dide neteweya Kurd. Ji ber ku piraniya wêjeya Kurdî bi zaravayê Hewramî hatiye nivîsîn.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.