Mamosteyê zimanê Kurdî Ferhat Ertaş, dibêje, Kurdî dê bi têkoşînê ewleyiyeke qanûnî wergire. Ew dibêje, ji bo axaftina bi Kurdî, barê mezin dikeve ser milê malbatan. 

Ji 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re çend roj man. 15'ê Gulanê roja weşana kovara Hawarê ku sala 1932'yan bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşana xwe kiriye, ji sala 2006'an ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 

Mamosteyê Kurdî yê Akademiya Ma Muzîkê Ferhat Ertaş dibêje, ji bo ku Kurdî ewleyiyeke qanûnî bi dest bixe û bibe zimanê perwerdehiyê têkoşîn divê û ji bo vê lazim e her kes li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabe: "Gava hûn li nav malê mêze dikin, hûn dibînin axaftin bi zimanekî din e. Lewma zarok bi Kurdî fêm nakin. Pirrî caran nizanin em bi Kurdî jî diaxifin. Lewma di xebatên ji bo kurdî de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan. Gava em li malê bi Kurdî neaxivin, zimanê Kurdî wê bê ber tehlûkeya nemanê. Divê Kurd nehêlin zimanê wan bimire û ji bo ziman ewleyiyeke qanûnî bi dest bixin. Ji dêvla parastina zimanê xwe, em li bendê ne kesên zimanê me asîmle dikin zimanê me biparêzin. Ya rast, parastina zimanê me, girêdayî me ye."  

MA/AMED