Hunermend û peykersazê Efrîkî Daniel Popper li Emerîkayê, li Arboretum di nav park û daran de pêşangeha xwe ya peykeran vekir. Peykerên Popper bi qasî 15-26 metroyî bilind in û têkiliya di navbera mirov û daran de tînin ziman.

Popper, dide zanîn ku ew zêde di bin bandora xwezayê de maye, ji lewre jî peykerên xwe di nav xwezayê de, li parkan bi cih kirine. Ew dibêje, “Mîsyona van peykeran heye û dixwazim bala mirovan bikişînim ser daran.”

Popper dibêje, “Li pey peykeran çîrokek heye, lê li ser hin peykeran min cihên vekirî jî hiştine û ez dixwazim mirov bi parçeyên kêm fikr û nihêrînên xwe derbibirrin û tevlî çîroka peykerên min bibin. Ez dixwazim mirov werin vir û li ser têkiliya xwe ya bi xwezayê re hin pirsan ji xwe bikin.”

Popper bi peykerên xwe diyar dike ku ew pirr girîngiyê dide daran û wiha dibêje, “Wek hunermendekî ez her tim bi daran re mijûl bûm û ji daran pirr hez dikim. Feydeya daran ya li dinyayê çi ye, divê em fêhm bikin. Divê em jî ji daran fêhm bikin û wan biparêzin.”

NAVENDA NÛÇEYAN