- Yusuf Baran Beyî bi bîr xist ku Seddam Husên li herêma Barzanê bi hezaran Kurd enfal kirine û îşaret bi helwêsta dewletan a ji bo referandûma serbixwebûnê kir. Beyî got, malbata Barzanî divê van qewimînan bibîne, ji dîrok û rewşê fêhm bike.
Lêkolîner û nivîskar Yûsûf Baran Beyî, bi nivîs û lêkolînên xwe yên li ser Komkujiya Dersimê tê naskirin. Wî got, li Tirkiyeyê gotinên li ser "beqa"yê ji ber hebûna Kurdan in û ji bo malbata Barazanî jî got: "Divê ji dîrok û rewşê fêhm bikin."
Beyî got, beriya Komkujiya Dêrsimê gelek komkujî çêbûne û feraseta nijadperest a bi Îttîhad Teraqqiyê dest pê kiriye bûye sedema van komkujiyan. Baran Beyî bib bîr xist klu dewleta Tirk, piştî Îttîhad Teraqqiyê bi senteza Tirk-Îslamê hereket kiriye, projeya sirgûnkirin û kuştina kesên li Anatolyayê û Mezopotamyayê daye ber xwe: "Ev proje bû sedema komkujiyên gelekî mezin."
Beyî wekî din got, pergala bîrdoziyê ya Îttîhad Teraqqiyê hîmên komara Tirk danîne û Komkujiya Dêrsimê û yên beriya wê jî encamên vê ferasetê ne.
‘Sedema êrişan Kurdbûyîn e’
Baran Beyî da zanîn ku Komkujiya Dêrsimê wekî piştî serîhildanekê hatiye ragihand, lê belê ti elaqeya vê yekê bi rastiyê re tine ye û ji bo vê bal bire ser "Pîlana Şerq Islahatê" û nivîsên fermî yên rayedarên hikûmetê yên wê demê: "Dêrsim erdnîgariyeke Kurdan e û xwedî bîr û baweriyên cuda ye. Hin kes sedema sereke ya rûxandina Dêrsimê bi Elewîtiyê ve girêdidin. Lê ne wisa ye. Elewîtî û qizilbaşiya wê, asta komkujiyê dijwartir kiriye. Lê sedema sereke ya van êrişan Kurdbûyîn e. Sedema rûxandina Dêrsimê Kurdbûyîn e."
‘Ev der warê Kurdan e’
Beyî bi bîr xist ku heman polîtîka û pîlan niha jî didomin û got, "Hê jî rê û rêbazên wekî Kurd Mehmet biçe nobetê, didomîmin. Feraseta Cemiyeta Îttîhad Teraqqiyê bi avakarên komarê dewam kir. Li vê erdnîgariyê Ermenî, Rûm, Suryanî, Êzîdî û Kurd û li Dêrsimê Elewî hatin qirkirin. Li vî welatî xeyrî Muslîm qelandin. Lê ev der warê Kurdan e. Cihekî pê de biçin tine ye. Lewma çendî mirin tê de hebû jî li vir man.
Sedema vê zilmê dewrgirtina qalibên feraseta Îttîhad û Teraqqiyê ye."
‘Kurd ji bo beqaya wan tehlûke ye’
Baran Beyî anî ziman ku bêdengkirina Kurdan bûye tirsa desthilatan û got, "Jixwe sedema ku tim behsa beqayê dikin ji ber hebûna Kurdan e.
Îro destwerdana wan a li Sûriye, Iraq û li Îranê destwerdana dewleta Tirk a li Kurdan, ev hemû jî ew e ku Kurdan ji bo beqaya xwe tehlûke dihesibînin. Ji ber vê ye, hewl didin Kurdan teslîm bigirin. Lê nikaribûn Kurdan di koncalekê de veşêrin. Kurdan xwe bi rê û rêbazên cuda yên dîplomasiyê, bi têkoşîna xwe îsbat kir û wan dengê xwe bilind kir."
‘Divê Barzanî ji dîrokê fêhm bike’
Baran Beyî di dawiya axaftina xwe de li ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li qismekî Başûrê Kurdistanê jî sekinî û sozên ji bo Seyid Riza hatine dayîn bi bîr xistin; dewletê Seyid Riza paşê girt û bi dar ve kir. Beyî bi bîr xist ku Sedam Husên li herêma Barzanê bi hezaran Kurd qetil kirine û îşaret bi helwêsta dewletan a ji bo referandûma serxwebûnê jî kir. Beyî destnîşan kir ku malbata Barzanî divê van qewimînan bibîne, ji dîrok û rewşê fêhm bike.
Beyî anî ziman ku meseleya sereke ya Kurdan ew e ku ne yek in û got, vê yekê sed sal bi Kurdan dane windakirin. Bi ya Beyî, kombûna kongreya neteweyî bivênevê ye.
MA/MÊRDÎN