Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Osman Sabrî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 18:00

  • Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê, îsal deriyê qeydkirinê li pêşiya nivîskarên şanoyê vekir. Her wiha şert û mercên tevlêbûnê, diyar kirin û amadekariyên xwe ji bo lidarxistina mîhrîcanê di Mijdara bê de, didomîne.

1`ê Mijdarê wê gera 8`an a Mîrhîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê bê lidarxistin. Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sponseriya mîhrîcanê dikin ku dê li Qamişloyê bê lidarxistin. 

Her du saziyan ji vê mehê ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kirine. Mîhrîcan her sal li dar dikeve û balê dikişîne ser behreyên wêjeyî yên nû. Her wiha bi rêya mîhrîcanê helbestvanê nemir û têkoşerê kurd Osman Sabrî tê bibîranîn ku di wijdana çandî ya kurdî de bandoreke kûr kiriye.

Ji bo piştgiriya şanogeriyê û xurtkirina rola wê di ravekirina dozên civakê de bi ziman û çandên cuda, komîteya amadekar îsal girîng daye beşa nivîsên şanoyê.

Şert û mercên tevlibûnê

Komîteya amadekar şert û mercên tevlêbûna mîrhîcanê aşkera kirin ku wiha ne:

Beşdarî tenê di warê nivîsên şanoyê de ye.

Nivîskar dikare tenê bi komeke nivîsên şanoyê tev li mîrhîcanê bibe.

Divê hejmara gotinên di nivîsê de di navbera 3 hezar û 13 hezar de be.

Divê temenê nivîskarê/a beşdar ne kêmtirî 18 saliyê be.

Berhem bi zimanên kurdî yan erebî yan suryanî tê qebûlkirin.

Divê berhem beriya vê li derekê nehatibe weşandin û ji ti zimanan nehatibe wergerandin. 

Deriyê tevlêbûnê heta 1`ê Cotmeha 2025`an vekiriye ji bo ku nivîskar xwe amade bikin û berhemên xwe hazir bikin.

Aliyên têkildarî navnîşanên ku divê nivîskar berhêmên xwe bi rêya wê pêşkêş bikin wiha diyar kirin:

E-mail: f.osmansebri20@gmail.com

Yan jî bi rêya whats app`ê: 00963 937 465 219

Pêwîstiya me bi şanoyê heye

Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Ebdulmecîd Xelef got: “Pêwîstiya me bi şanoyê heye. Ev huner dikare rewşê yan jî pirsgirêkekê ji kokê ve çareser bike. Peyamên mirovî, fikrî yên kûr radigihîne gelek beşên civakê.”

Xelef diyar kir ku pêşbirga şanoyê beşeke mîhrîcanê ye, ji bo wêjevanan derfetek e ku berhemên xwe di nava saziyên çandî yên têkildarî de mîna Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê pêşkêş bikin ku ew jî bi islubekî pisporane pêşkêşî hezkiriyên şanoyê bikin.

Xelef anî ziman ku di gerên berê yên mîrhîcanê de, gelek nivîskar ji derveyî herêmê beşdar bûn lewma zemîna tevlêbûnê firehtir bû û naveroka wêjeyê zengîntir bû.

Komîteya amadekar her sal bi rêya mîhrîcanê balê dikişîne ser cureyeke wêjeyê. Mînak sala 2014`an derfet da helbestvanan, sala 2023`ê jî rê li pêşiya romannivîsan vekir. Îsal jî, xwest rê bide berhemên şanoyê ji ber ku di xurtkirina hişmendiya çandî û hunerî de, roleke girîng dilîze.

Xelef da zanîn ku li pêşiya gelek kesên dixwazin tev li mîrhîcanê bibin astengiyên ewlehiyê derdikevin û gelek ji wan nikarin destûrê bi dest bixin ji bo ku bên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Her sal jure tê guhertin. Li gorî derfertan endamên wê kesayetên wêjeyî ji hundirê herêmê yan jî dewletên ereb in. Ji bo ku nirxandin pîşeyî û zelal be komîteya amadekar ji kadroyên pirspor pêk tê.

Ji bo ku pirrengiya çandî bê xurtkirin û behreyên nivîskaran bên naskirin, encamên pêşbirkê dê bi rêya dîmenekê li ser kurtejiyana beşdaran û berhemên wan, herêm û zimanên wan bên aşkerakirin. 

Xelef destnîşan kir ku li gorî pîvanên navneteweyî yên mîrhîcanên wêjeyî, pîvanên xwecihî û ji bo ku derfet bi awayekî adil ji her kesî re peyda bibe, şert û mercên tevlêbûna mîhrîcanê hatine diyarkirin.

Xelef aşkera kir ku Desteya Çandê û Dîwana Wêjeyê projeyeke bi sernavê “nivîskar û pêşeroj” dest pê kiriye û bi rêya wê derfet daye ciwanan ên temenê wan di navbera 1 heta 14 saliyê û 15 heta 18 saliyê ku berhemên xwe pêşkêş bikin.

Xelef diyar kir ku ji bo bîranîna kesayetê siyasî û wêjeyî yê navdar Osman Sabrî, navê wî li mîhrîcanê hate kirin.

Desteya Çandê ji bo piştgiriya nivîskaran ji 2014`an ve mîhrîcanê li dar dixe. Di her gerekê de, deste berhemên serkeftî çap dike û ji bo îmzekirina berhemê şahiyê li dar dixe.

Ji bo pêşxistina tevgera çandî û xurtkirina çanda naskirina afrînariyê her sal ji berhemên serkeftî re diyariyên sembolîk tên pêşkêşkirin. ANHA/QAMIŞLO/CIWÊL XETÎB

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.