- Çîlem Aydin da zanîn ku di van rojên pêvajoya aştiyê tê axaftinê de xwezaya Kurdistanê tê qirkirin û wiha got:"Bêyî hevsengiya ekolojîk aştî jî nabe. Bêyî aştiya bi xwezayê re aşî ne pêkan e."
Axa Kurdistanê ji şîrketên sermayê re tê pêşkêşkirin û dewlet axa Kurdistanê pêşkêşî şîrketên sermayê dike. Endama Komeleya Ekolojiyê Çîlem Aydin der barê mijarê de axivî.
Çîlem Aydin got şer qirkirina ekolojiyê ye û got: “Van rojên aştî tê axaftin de heta hevsengiya ekolojiyê nayê avakirin ne pêkan e em behsa aştiyek civakî bikin. Şer hilweşînên mezin a ekolojîk e. Di şer de mirov tenê namirin. Xweza tê tunekirin. Zindî tên tunekirin. Hevsengiya xwezayê xera dibe.”
Çîlem Aydin got ji ber texrîbata ekolojiyê û şer gel ji warên xwe dibin û wiha axivî: “Bi destê dewletê daristan tên şewitandin gund tên şewitandin. Mirov tên koçberkirin. Bi hinceta ewlehiyê bendav tên çêkirin. Ekosîstema xwezayê serobino dibe. Di dema şer de çekên kîmyewî yên tên bikaranîn xwezayê texrîb dikin. Dewlet dem bi dem vê dubare dike û hemû riyên vegera gund jî digirin. Ev encamên şer in. Bikaranîna çekên giran zindiyan mirovan jehrî dike. Avê, axê jehrî dike. Zindiyên wir tune dike. Ax ji şîrketên sermayê re tên vekirin û leşker piştgiriyê didin wan. Ji bo çavtirsandina gundiyan vê dikin.”
Çîlem Aydin daxuyakirin ku bi taybet li navçe û gundên Amedê û seranserê erdnîgariya Kurdistanê xebatên madenê dikin jiyanê û got têkoşîna gundiyan a li dijî qirkirina xwezayê didome. Çîlem Aydin wiha dirêjî dayê: “Ev proje bi piştgiriya dewletê tên kirin. Di bin navê ewlehiyê de bendav tên çêkirin û hemû zindî tên tunekirin. Xwegîhandina gund û qadên jiyanê bê derfet hatine hiştin. Qirkirineke ekolojiyê ya cidî mijara gotinê ye.”
Çîlem Aydin balkişand ser pêvajoya aştiyê û got heta ku bi xwezayê re aştî nebe aştî ne pêkan e û wiha dawî lê anî: “Projeyên didomin hene. Bendavên tên plankirin bên çêkirin hene. Li aliyekî em aştiyê diaxivin li aliyê din qirkirina ekolojiyê mijara gotinê ye. Em ji ber vê dibêjin bêyî hevsengiya ekolojîk aştî jî nabe. Bêyî aştiya bi xwezayê re aşî ne pêkan e." JINNEWS/AMED