Rojê 270 ton darên gund dibirin!
Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 16:45
Li Şirnexê bi hinceta “Ewlehiyê” zêdetirî 6 sal in bê navber cerdevan daran dibirin. Herêmên Besta, çiyayên Gabar, Cûdî, navçeya Silopiya, Qileban û Elkê ku gelek herêmên din bi navê “Herêmên Ewlehiya Taybet” ji welatiyan re hatiyê qedexekirin. Lê cerdevan bi serbestî li vir daran dibirin û ji bo firotinê dibin bajarên cûda. Yek jî cihên dar lê têne birin gundên Bilga û Cibliya yên navçeya Silopiyayê ne. Gundên Bilga û Cibliya, di sala 1993an de hatin valakirin. Niha jî weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hatiyê ragihandin. Welatî bi destûr dikarin biçin gundên xwe. Li vir cerdevên Sêgirkê 3 sal in daran dibirin. Em jî çûn gundê Bilga û Cilbiya herêmên ku dar lê têne birîn. Me birîna daran xist qeydan û kir belge.
Gundê Bilga û Cilbiya di qontarê çiyayê Cûdî de ne. Her du gund jî di salên 1993an de hatinê valakirin. Li gor şeniyên wî gundî ku koçber bûnê, berê nêzî 400 mal li gund hebûn. Piştî gund hate valakirin welatî jî neçarî koçberî navçeyên Şirnexê û derveyî bajêr bûne. Gundên Bilga û Cilbiya berê di aliyê darên fêkiyan de gelek dewlemend bû. Welatiyên gund bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikirin. Piştî koçberiyê xaniyên wan xera bûn û zewiyên welatiyan talan bûn. Gundên Bilga û Cilbiya hatinê valakirin. Ji ber “Herêmên Ewlehiya Taybet” welatî bi destûr dikarin bikevin gund. Gundên ku li welatiyan hatiye qedexekirin, cerdevan xwezaya wê talan dikin.
Her der kirine kanên komirê
Dema meriv ber bi gundên Bilga û Cilbiya ve diçe di rê de Santrala Termikê ya li ser rê derdikevê pêşiya meriv. Santrala Termik li nêzî gundên derdorê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê welatiyên li herême bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Santrela termik ji 2019an ve li vir xebatên xwe didomîne. Ji bo wê hewayê qirêj dike û nexweşiyan zêde dike. Piştî meriv santrala termik derbas dike û dikeve bin qontarê çiyayê Cûdî, vê carê meriv rastî xebatên komirê tê. Qadeke mezin a çiya ji ber xebatên komirê hatiyê kolandin û ji ber xebatên komirê di nav çiya de tunel hatiyê vekirin. Li gunde Hergul ê Sîlopiyayê xebata komirê didomin. Gundê Hergul gundekî Suryaniyan e. Ev gund 4 sal berê vala bûye. Tê gotin xebatên komirê jî li wir 40 sal berê destpêkiriyê. Di 40 sal an de qadeke mezin a çiya hatiyê ruxandin. Suryaniyên ku ji gundê Hergulê koçber bûnê di van salên dawî de hejmareke kêm vegeriyanê gund û xanî çêkirine. Li tenişta gund karê derxistina komirê didome. Ev bandoreke neyînî li ser gundiyan dike.
Rojê 270 ton dar tên birrîn!
Gundên Bilga û Cilbiya cîranên hev in. Li ser rêya wan gelek dar hatine birîn û ezingên wan li ser rê kom kirine. Dema em diçûn gund em rastî traktorên ku ezing li wan bar dikirin hatin. Ezingên qalin û mezin li traktorê hatibûn barkirin. Li gor agahiyên şeniyên gund 12 traktor her roj li wir dixebitin û roje 3 seferan dikin. Her traktor 7-8 ton ezingan bar dikin û dibin cihên ku ji bo firotinê tên amadekirin. 12 traktor roje 3 sefer û 7-8 ton ezing bar dikin. Li gorî çavdêrî û agahiyên welatiyan cerdevên Sêgirkê rojê 270 ton ezingan dibirin û dibin difiroşin. Berê ev gund ji aliyê darên gûz, berû û fekiyên din ve gelek dewlemend bû. Lê niha cerdevan van daran dibirin û difiroşin û daristanê tune dikin.
‘Cerdevan her tiştî talan dikin’
Şêniyekî gund ku dibe şahidê vê talankirinê li dijî vê talaniyê bertekên xwe anî ziman û got: “Ji ber toz û domanê fekiyên me hemû hişk dibin. Gundê me vala kirin. Niha xaniyên me yên gund xera bûne. Roje 50 traktor li vir ezingan bar dikin. Toz û domana wan hemû diçe ser fekiyên me. Cih ji me re nehiştine. Gundê me hemû talan kirine. Bax û bostanên me wêran kirine. 30 sal in em nikarnin vegerin gundê xwe. Xwezaya me bi destê cerdevanan tune dikin. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Lê ji ber talankirina li gund êdî em nikarin vegerin gundê xwe. Rezê me di nav tozê de maye. Xaniyê min xira bû ye. Mizgefta gund jî bi topê xira kirine. Gundê me tev xira kirine.”
‘Divê êdî birîna daran rawestînin’
Zekî Ayaz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser birîna daran û wiha bi dawî kir: “Darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Darên me yên fekiyan hemû hatinê birîn. Berê ev der daristan bû. Gelek cudreyên darên fekiyan hebûn. Lê niha tiştek nema ye. Bostanên me hemû hişk bûne. Mêwên me tev birî ne. Li nezî gund kana komirê û santrala termik heye. Ew yek jî dibe sedema nexweşiyan. Li derdora me gelek kes bi nexweşiyan ketine. Berê ev der pir xweş bû. Lê niha av kêm bûye. Daristan tune kirine. Me gundiyan gelek caran li diji birîna daran çalakî pêk anî. Berê li vir gelek pêzkovî û sewalên cûda bûn. Lê cerdevan sewalan dikujin û sewal nehiştine. Daxwaza me ew e ku pêşiya birîna daran bê girtin. Her wiha em dixwazin vegerin gundê xwe û ji nû ve gundê xwe ava bikin. Li gundê xelkê nexweşî çêdibin meriv li gundê xwe be hê xweştir e.” MAHMUT ALTUNTAŞ -AW / ŞIRNEX