Li Besta û Biligayê talana xwezayê

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 16:50

  • Dîmenên qirkirina daran a li Herêma Bestayê û gundê Biligayê, asta qirkirina xwezayî ya li herêmê radixe pêş çavan.  Li herî kêm 37 qadan daristan di hedefê de ne.

Herêma Bestayê ya Şirnexê yek ji wan herêma ye ku bênavber dar lê tên birîn. Li herî kêm 37 qadan daristan di hedefê de ne. Qirkirina daran di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin. Dîmenên nû yên talankirina daran derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku darên tên birîn li kamyonan tên barkirin û piştre li noqteyên cuda tên veguhestin. Dîmenên behsa xeberê, her wiha asta qirkirina ekolojîk a li herêmê jî radixe pêş çavan. 

Li gundê Biliga yê navçeya Silopiyayê ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye jî heman rewş diqewime. Cerdevanên ji Bajarokê Sêgirkê anîn herêmê, ev 3 sal in li herêmê qadên daristanê tune dikin. Li herêmê piranî dara berûyê û yên gûzan hene. 

Di dîmenên hatin berdestê me de tê dîtin ku beşeke mezin a darên li herêmê hatine birîn û bi sedan darên hatine birîn li cihekî hatine komkirin. 

Welatiyên ku texrîbata li herêmê bi telefonên xwe kişandin, bal kişandin rêya di dîmenan de û gotin: “Vaye hûn dibînin, darên temen mezin hatine birîn. Li vê derê rê hatiye çêkirin, dar hatine birîn. Bax û baxçeyên me, darên gûzan... Qirkirina xwezayê kirine.”  MA / ŞIRNEX / ZEYNEP DÛRGÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.