FIRAZ BARAN

 

Li bajarê Belçîkayê Liegê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li ser qedexekirina Kurdî li Tirkiyeyê, kurtefilmek amade kir. Navê filmê "Ez li vir im" û diyarî sê şehîdan hatiye kirin.
Film li ser bûyerên bi rastî ye. Di çarçoveya qirkirina siyasî de ya bi navê doza KCKʼê, rojnamevanên Kurd ên li Edenê tên girtin, red dikin li mehkemê bi Tirkî bi peyivin û gava navê wan tê gotin jî, dibêjin "ez li vir im". Ji ber wê jî cezayê wan tê zêdekirin; li çûna 10 mehan 3 salan dikevin hepsê. Yek ji wan jî Hakan Iraz e ku li Belçîkayê dimîne. Jixwe ew senaryoya kurtefilmê dinivîse û derhêneriya wê dike. Ew ji endamên NCDK a Liegê ye.
Wî senaryo beriya bi salekê nivîsiye û dîmenên filmê jî piştî eyarkirina her tiştî 22 û 23ʼyê Tebaxê girtine. Beriya bi çend rojan jî li ser medya civakî film parve kirin.
Kameramanê filmê hevserokê NCDK a Liegê Hemîd Urmiye ye. Dayika şehîdan Sultan Ogras di filmê de dayika diçe serdana kurê xwe yê di hepsê de ye. Ramazan Turan û Hayat Bal jî rolên sereke dikin. Hinek mesref li filmê bûye; budceyeke 700 euroyî ya Ez livirim hebûye.
Derhêner Hakan Iraz film diyarî sê hevalên xwe yên şehîd kiriye: Kadir Bagdu (belavkerê rojnameyê, 3ʼyê Nîsanê hêzên kontra gerîla ew qetil kirin), Metin Alataş (3 salan di hepsê de ma, 2014ʼan di şerê li dijî DAIŞʼê de şehîd dibe) û Sıddık Ogun (belavkerê Azadiya Welat, 2014´an bi destê DAIŞ´ê şehîd bû).
Film bi binnivîsa Ingilîzî hatiye amadekirin.