- Yûnûs Kamay ê Kolikî, li Stenbolê ji ber şewba Covid-19´ê atolyeya xwe ya muzîkê veguherand ya tekstîlê jî. Ew hem dirûnê dike û hem jî dersa tembûr û baxlemê dide 60 şagirtên xwe.
Muzîkjen Yûnûs Kamay ku ji ber pandemiya vîrusa koronayê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kir kafe, niha jî kiriye cihê dirûtina tekstîlê. Kamay hîna jî kursa baxlemeyê dide. Ew dibêje, israra wî ya ji bo muzîkê wê dewam bike.
Pandemiyê tesîreke mezin li muzîkjenan kir ji ber ku derfetên performansan û dersdayînê kêm bûn. Muzîkjen Yûnûs Kamay jî ji ber pandemiyê betal maye. Ew ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re elaqedar e. Kamay, ji navçeya Kolik a ser bi Semsûrê ye û malbata wî sala 1987’an koçî Stenbolê kiriye. Kamay, di 12 saliya xwe de li atolyeyeke tekstîlê dest bi kar kiriye, lê belê di ber karê tekstîlê re jî tim guhê wî li ser muzîkê bûye.
Lê belê niha Kamay ji ber şewba covid19´ê betal maye, atolyeya xwe ya baxlemeyê pêşî kiriye kafe û dû re jî kiriye cihê dirûtina tekstîl. Kamay ku hîna jî kursa baxlemeyê dide, dibêje, israra wî ya ji bo muzîkê wê dewam bike.
Kamay, diyar kir ku ligel hemû zor û zehmtiyan jî li meydana muzîkê wî dev ji hilberandinê bernedaye û got, bi navê “Îşçî Kardeşîm” û “Denîz Gozlum” du albûmên ji stranên Kurdî û Tirkî, wî çêkirine.
Albûmeke xwerû Kurdî
Kamay, bilêv kir ku niha jî li ser albûmeke nû ya bi navê “Zarokên Kolikê” dixebite û got, di vê albumê de 13 stranan hene û navê wan “Zengil”, “Ax Lê Dayê Ax Lo Bavo”, “Zînê”, “Gazinc”, “Siya Darê”, “Te Bistînim”, “Hey hey”, “Were”, “Zaroken Kolike” û “Bahoz Baran” hene. Kamay, diyar kir ku di vê albuma xwe de wî bal biriye ser evîn, bêrîkirina dê û bav, hesreta ji bo welêt, zilmên li Helebce û Sûriyê, warên hatine kavilkirin û zarokên sêwî hatine hiştin û mirovên hatine kuştin.
Ji bo debara xwe karên din dike
Kamay ji ber şewbê ji mecbûrî ji kargeha muzîkê ya bi salan lê xebitiye derketiye. Beriya demekê ji ber rewşa aborî li Sûltangaziyê atolyeyek vekiriye. Kamay, ji bo karibe debara xwe bike atolyeya xwe kiriye kafe jî. Kamay dibêje, “Ji bo barê şagirtan giran nekim û ji bo karibim bêpere kursê bidim, min atolye kir kafe. Min hem kurs dida, hem jî di ber re min tost, menemen û çay çêdikir. Piştî min dît ev jî nabe, vê carê min çay da esnafan.
60 şagirtên wî hene
Lê belê kafeya Kamay jî ji ber şewbê hew karî bi kêra wî bê. Ji ber vê, Yûnûs Kamay vê carê du makîneyên dirûnê anîn atolyeya xwe û tevî hevalekî xwe yê muzîkjen dest bi karê dirûnê kiriye. Niha Kamay dersê dide 60 şagirtî.
Kamay dibêje, wekî gelek sektoran sektora muzîkê jî nehiştine û piştî kurs diqede dest bi karê dirûnê dike: “Em xistin vî halî jî. Ji ber şewbê hin qedexeyan datînin, lê qedexeyên datînin dûrî aqilan e. Tenê bi awayekî sûkî dikin. Lê çima hûn dibin sedem ku xelk dikaribe debara xwe bike?”
Yûnûs Kamay balê dibe ser pirsgirêkên muzîkjenan jî û dibêje, nexasim jî divê hunermendên rewşa wan baş, alîkariya wan bikin. Kamay dibêje, çi dibe bila bibe îsrara wî ya ji bo hilberandina muzîkê wê bidome: “Muzîk, hemû dilan tîne cem hev. Bi muzîkê kî kî ye, ji ku ye, ji çi ye hwd. hemû pirsgirêk ji holê radibin. Ji ber ku jiyan bi xwe ye, lewma zor û zehmtî çi dibin bila bibin, em ê dev jê bernedin.”
MEHMET ASLAN/MA/STENBOL