Dîroka jina nû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 04:51

  • “Jina nû” di dawiya sedsala 19´an de îşaret bi tevgerekê dike ku li navendên kapîtalîst, zorê dide sînorên civaka mêr lê serwer, bi şikandina stereotîpên mêr û jinan. Ew îşaret bi jinên “serbixwe” dike, ku jiyana xwe ya ferdî, civakî û aborî kontrol dikin.

“Jina nû” weke peyvekê di dawiya sedsala 19´an de kete lîteratura siyasî ya cihanê de. Nivîskara Îrlandî Sarah Grand ev peyv ji bo ku îşaret bi hejmara her diçe zêde dibe ya jinên “serbixwe” bike, bi kar anî. Van jinên “serbixwe” her wiha doza guherandina civakî jî dikir.

Em behsa fikreke femînîst dikin ku Sara Grand cara pêşî 1894´an bi kar anî. Sarah Grand (1854 - 1943) peyva xwe di gotarekê de bi kar anî û vê gotarê tesîreke mezin li civakê kir. Wê behsa jinên “serbixwe” û guhertina civakê dikir. Hema piştî wê, nivîskara Ingilîz, Ouida (navê wê yê fermî û bi rastî Maria Louisa Ramé bû) bersiv da gotara wê û wê jî ev peyv bi kar anî.

Nivîskarê Emerîkî-Brîtanî Henry James paşê ev peyv bi kar anî û kir ku ev peyva “Jina nû” populer bibe. Wî peyv ji bo jinên femînîst, perwerdebûyî, serbixwe yên didin dûv kariyerekî bi kar anî; wî digot hejmara wan li Ewrûpa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî zêde dibe.

Sifeta “serbixwe” ne tenê elaqedarî zêhniyetê dihat dîtin, di nava kesên xwe ji “jinên nû” dihesibandin. Wan bi xwe gavên guherîna fizîkî diavêtin. Yanî karên weke ajotina bisiklêtê dikir ku jin karibin di karên nava civakê de berferehtir çalak bibin. Wekî din kodên cilûbergan ên ji bo jinan jî wan binpê dikirin.
Şanonivîsê Norwêcî, Henrik Ibsen jî di dawiya temenê xwe de bi “jinên nû” dadiket. Wî gelek şanoname nivîsin û di wan de nîşan dida ka “jinên nû” çawa zorê didin sînorên civaka mêr lê serwer.

 

Qehremanên romanan

Herçî nivîskar Henry James bû, wî peyva “Jina nû” (New woman) beriya Sarah Grandê, di romanên xwe yên weke Daisy Miller (1878) û Portreya Stiyekê (Portrait of a Lady-1880-1881) de bi karakterên sereke Daisy Miller û Isabel Archer têra xwe populer kiribû.

Di peywenda dîrokî de, dîrokzan Ruth Bordin peyva Jina nû wiha terîf dike:

“[Henry James] pê dixwest xisleta Emerîkiyên li Ewrûpayê dijîn, terîf bike: to characterize American expatriates living in Europe: Jinên xweşhal û hestyar, yên ku tevî dewlemendiya xwe, yan jî belkî ji ber dewlemendiya xwe ruhekî serbixwe nîşan didin û li cem wan bûbû adet ku bi serê xwe tevbigerin, biryarên xwe bidin. Peyva Jina nû, timî ji wan jinan hat bikaranîn yên ku bi xwe, jiyana xwe ya ferdî, civakî û aborî kontrol dikirin.”

 

Civak weke labaratuwarê

Peggy Meyer Sherry jî nexasim bi gotara Sarah Grand daketiye: “Sarah Grand peyva Jina nû çêkir. Wê civak weke labaratuwarekê û romanên xwe jî weke lêkolînên weqayan didît.

Tesîra vê li civakê yek ser bû. Di salên 1890´î de keçên ji malbatên çîna navîn ên katolîk xwestin biçin zanîngehan û dibistanên bilind. Dêra katolîk li ber vê rabû û got, xwendina li dibistanên protestanan wê tesîrê li baweriya van keçan bike. Ne ku dibistan protestan bûn, lê dêra katolîk dibistanên bilind û zanîngehên ku destûra xwendina jinan didan weke protestan didîtin. Dêrê heta tevgereke li dijî vê da destpêkirin û navê “Jina nû” jî hilda. Wê got, ne tevgera Jina nû, lê dêra katolîk derfetên herî baş ji Jina nû re amade dike. 

 

Du nimûne

Ji bilî wêje û şanoyê, herçî zêde wênegirî bi awayekî çalak ji bo tevgera Jina nû hat bikaranîn. Yek ji wan portreyê Frances Benjamin Hohnston e. Wê bi xwe ev wêneyê xwe sala 1896´an girtiye. Ew yek ji wênegir û rojnamevanên wênegiriyê yên Emerîkî yên destpêkê bû. Kariyerê wê qederê nîv sedsalê dewam kir û wê nexasim jî serpêhatiyên Efro-Emerîkiyan û Emerîkiyên xwecihî bi wêneyên xwe vegotin. Di vî wêneyê xwe de ew xwe weke Jina nû bi nav dike.

Wêneyekî din ê gelekî bi tesîr, wêneyekî henekan ê bi navê “New Woman - Wash Day” (Jina nû - Roja cilşoyê) bû. Ev wêne sala 1901´ê li New Yorkê hatibû girtin. Jineke ciwan a cixarê dikişîne û cilûbergên klasîk ên mêrên bajaran ên hingê lê ne. Ew li ser serê mêrekî sekiniye, ew mêr jî cilûbergên qirêj dişo. Mêrî cil û bergên jinên navmalê yên hingê li xwe kirine. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.