Dîrok li mala xwe vegeriya

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • 49 keval û tuxleyên dîrokî yên ku li Bokanê hatibûn dîtin, ji muzeya Tehranê niha li muzeya Bokanê hatin vegerandin. Şanoger û hunermendê Kurd Qutbettîn Sadiqî ji bo vê dibêje: Ev berhemên ji rabihuriyê mane, parçeyekî girîng yê nasnameya gelê Kurd e. Divê em nasnameya xwe ji bîr nekin.

Beriya şoreşa Îslamî ya Îranê dest pê bike, li gelek bajarên Îranê bi destên arkeologên biyanî gelek berhemên dîrokî ji bin erdê hatibûn derxistin. Wan salan, li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xebatên kolanên erdê bi rê ve çûbûn. Bajarê Bokanê yê li Rojhilatê Kurdistanê yek ji van bajaran bû ku lê gelek lêkolîn û kolanên arkeolojîk û dîrokî hatibûn kirin. Derbarê dîroka Kurdan û şaristaniyên kevn de gelek berhem hatibûn dîtin. Sala 1977’an bi pêşengiya profesorê Elman, Wolfram Kleiss û arkeologê Kurd Îsmaîl Yexmayî qederê 200 heb berhemên dîrokî yên şaristaniya Axamenîş, Manai û Mazdek ji bin erdê hatibûn derxistin. Lê gelek ji van berheman ji hêla dewletên biyanî ve hatin dizîn û yên nehatin dizîn jî ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê revandin muzeya Tehranê. 

Piştî hin lêkolîn û şopandinên dewleta Îranê, derket holê ku ev berhemên dîrokî li Japonya û Swîsreyê ne.

Nexasim jî 49 berhemên dîrokî yên ku li Bokanê hatibûn dîtin, Swîsreyê ew desteser kiribûn. A rastî beriya dewleta Swîsreyê van berheman desteser bike, malbateke Îranî gelek ji van berheman li cem xwe digirtin û sala 2012’an dixwest wan bifiroşe. Lê dema dewleta Îranê bi vê yekê hesiya, demildest bi dewleta Swîsreyê re kete nav têkiliyan û pêşî li vê yekê girt. Dewleta Îranê piştî hin xebatên dîplomasiyê yên di vî warî de sala 2021’ê hemû berhemên dîrokî ji dewleta Swîsreyê wergirtin û ew birin li muzeya Tehranê bi cih kirin. 

Ev demeke dirêj bû ku ev 49 berhemên dîrokî yên ku li Bokanê hatibûn dîtin û aîdê wê erdnîgariyê bûn û ji şaristaniyên Kurdan mabûn, li muzeyê diman. Di nava wan de tuxleyên rengîn jî hene yên ku li ser wan resmên heywanan hene. Dewleta Îranê gotibû ku ew di nav hewldanekê de ye ku li Bokanê muzexaneyekê vekin û piştî ev muzaxene vebe, ew ê van berheman li muzeya Bokanê vegerînin û dê berhem li wir bimînin. Herî dawî di nava vê mehê de (Tîrmeha 2022’an) muzeya Bokanê temam bû û niha ev berhemên dîrokî li wir tên nîşandan. 

Li muzeya Bokanê tên nîşandan 

Li gorî arkeolog û zanyaran, kevnariya van berheman 2800 sal e. Ev 49 keval û tuxleyên rengîn ango resm li ser wan hene, li girê Qeleyçî yê li Bokanê hatibûn dîtin. Berê jî gelek alav û kevalên ku hîna jî mirov bi sir û raza wan baş nizanin, hatibûn dîtin. Lê ev kevalên bi resm û xweşik yên ku niha li muzeya Bokanê tên nîşandan, tê gotin ku yên şaristaniya Manaî ne û ji wê demê mane. Ji xwe bajarê bi navê “Zirto” an jî “Izirto” ku li Qeleyçî ye, peytexta şaristaniya Manaiyan bû. Li gorî agahiyên arkeologan, li vê herêmê bi qasî 400 keval û tuxleyên rengîn hatine dîtin û ku ew jî sembolên vê şaristaniyê bûne. Lê niha tenê 98 berhemên dîrokî yên tescîlkirî li muzeya Bokanê tên nîşandan. Li ser van kevalên ku hatine dîtin, nexasim fîgûrên şêran yên ku serê însanan bi wan ve ye û yê bizinan heye. Gelek ji wan bi perr û bask hatine teswîrkirin. 

Efsaneyên me ne

Di dema vekirina muzeya Bokanê de şanoger û hunermendê Kurd Qutbettîn Sadiqî jî hazir bû û wî jî derbarê van berhemên dîrokî yên ku ji Kurdistanê hatibûn dizîn, got; “Ev berhemên ji rabihuriyê mane parçeyekî girîng ê nasnameya gelê Kurd e. Divê em nasnameya xwe ji bîr nekin, di van berhemên dîrokî de gelek derbirînên veşartî hene. Di gelek berhemên hunerî de ev rastî heye û ev kevalên rengîn jî behsa vê rastiyê dikin. Divê em van derbirînên rabihuriyê yên veşartî, kifş bikin, li welatê me ji van keval û tuxleyan gelek hene û ev berhem efsaneyên me ne.”

‘Muzîk, mîmarî û rêûresmên me nîşan didin’

Qutbettîn Sadiqî herî dawî bi bîr xist ku ev berhemên dîrokî, dikarin valahiyên dîrokê dagirin û bikin ku em bi roja îro re têkiliyên baştir ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Li ser van keval û tuxleyan muzîk, mîmarî, rêûresm û çanda me heye. Sir û hebûna me ya li vê jiyanê jî ew e ku em bi van têkiliyên winda dakevin û maneyê bidin dîrok û çanda xwe.”

Welatiyê bi navê Zanyar Muhamedînko li Bokanê mamoste ye. Me bi riya telefonê xwe gihande wî. Wî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo van berheman anî ziman û got, em dixwazin berhemên dîrokî yên ku ji Kurdistanê dûr ketine, li welatê xwe vegerin û li muzeyên bajarên Kurdan werin nîşandan da ku xelk hay ji dîroka xwe hebin û bi vî awayî li siberoja xwe xwedî derkevin.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.