Dinyayeke bê sînor

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Peykerê hunermendê Çînî Ai Weiwei yê bi navê “Arch” ku qederê 12 metroyan mezin e, li Stockholmê tê nîşandan. 

Peykerê hunermendê Çînî Ai Weiwei yê bi navê “Arch” ku qederê 12 metroyan mezin e, li Stockholmê tê nîşandan.

Peykerê Ai Weiwei dê salekê li derve, ango li pêş muzeya “Nationalmuseum” were nîşandan, piştre jî ew ê li hin deverên bajêr yên cûda were nîşandan.

Ai Weiwei li ser peykerê xwe yê mezin ku ji hesin çêkiriye, valahiyeke mezin a ku dişibe du fîgûrên insanan hiştiye.

Jixwe, peykerê wî dişibe qefesekê û wî di nav vê qefesê de valahiyek hiştiye. Ev fîgûrên dişibin însanan dixwazin ji vê qefesa hesin derbas bibin. Ai Weiwei dixwaze bi vê yekê bibêje, dinyaya van fîgûran bê sînor e û wî xwestiye bi vî peykerê xwe dinyayeke bê sînor texeyul bike.  

STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.