Dilsoziya Viyan Soran

Nûçeyên Dosye

Çarşem 1 Sibat 2023 - 17:50

  • Viyan Soran ji Ocalan re: Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim. 

Viyan Soran ji Ocalan re: Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim. 

Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) sala 1997’an li gel xwişka xwe biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Malbat dixwaze vegerîne û li ser vê Viyan wiha dibêje: “Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”

Viyan Soran bi nameyên li pey xwe hiştibûn bang li Gelê Kurd ê welatparêz û taybet Başûrê Kurdistanê kiribû ku Rêber Abdullah Ocalan biparêze û xwedî li têkoşînên parçeyên din ên Kurdistanê derkeve.

Şehîd Viyan Soran di nameya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan de wiha dibêje; “Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pirr eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Ez jî mîna şagirteke we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de weke jinekê dilsoziya xwe ya bi we re nû bikim û bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mêjî û dilên qeşagirtî yên şaristaniya civaka çînayetî. 

Ev çalakiya min rexnedayînek e

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê wê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku bîrdoziyê di kesayetiya we de tune bikin û nehêlin. Lê ez vê pirr cidî nagirim û wekî îdîayeke pirr vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.

Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û paradîgmaya nû de nîşan bidim. Pirr kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; 'Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira'.

Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pirr bêriya te dikin, pirr bêriya te dikin…”

Divê her roj bi wêrekî û watedar be

Soran di nameya xwe ya ji bo hemû gelê welatparêz û leheng jî bal biribû ser van xisûsan; “Gelê Kurd daye îsbatkirin ku gelekî leheng û fedekar e. Tevî hemû siyasetên înkar, Ereb, Tirk û Farskirinê li gel hemû kêmanî û nebesiyên xwe gelê me xwe parastiye û ji dîrokê nehatiye jêbirin.

Gelê Kurd û jinên Kurd divê ji bo azadiya Rêber Apo bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşîn bike, tenê bi dirûşmê nemîne û têkoşînê xurt bike. Ji bo wê divê her roja me mîna 15’ê Sibata 1999’an bi cesaret û watedar be, bi zanabûn û rêxistinkirî be.

Ji bo xeta parastinê ya ku ziyanê nede yekîtiya gelan, ji bo xwîn nerije, di çarçoveya çalakiyên demokratîk û berxwedana gel de, hemû ciwan, jin-mêr divê her yekê mîna gerîlayekê berê xwe bide çiyan, mafê bersivê ya li bajaran tenê bi hêviya gerîla ve nehêle.”

Divê Başûr Rêber APO îradeya xwe bibîne

Peyama Viyan Soran a ji bo gelê Başûr a xwedî li Ocalan û tevgerên din ên Kurdistanî bê derketin: “Ya îro li Kurdistanê hatiye bidestxistin, pêşketinên ku we welatparêzan kêfxweş dike bi berdêl û qûrbaniyên giran ên mîna Helebçe, Enfal, koçberî, mirin û talanê hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê  ji bo parastina vîna gelê Kurd, pêşxistin, demokratîkirina Iraqê, pêşxistina sîstema demokratîk, erkek mezin dikeve ser milê her ferdekî Kurd ê bi şeref û keramet. Ji ber vê ya herî girîng ew e ku gelê me van destkeftiyên mezin bi hestyarî biparêze û pêş bixe.

Li ser vê bingehê bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin. Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jin, zarok, ciwan, kal û rewşenbîr tev bi hev re, referandûma demokratîk û Rêber Apo biparêzin, wî weke vîna siyasî qebûl bikin. Di vê mijarê de baweriya min bi berxwedana gelê me heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.