Mainzer Weltmusik Akademieyê awazek ji bo Kurdan hemûyan amade kir. Ev awaza bi sê dengan a “Dilo Dilo” ye. Mikaîl Aslan û Diyako Nahîd, strana “Dilo Dilo” bi Soranî û Kirmanckî dibêjin. Proje di bin banê Dest Muzîkê de bi derhêneriya muzîkê ya Cemîl Qoçgîrî pêk hat.

Vîdyo klîpa projeyê ji dest Eda Tansesî derketiye. Strana “Dilo Dilo” bi gotina Rêncber Azîzî dihat zanîn. Lê di van rojan de derket holê ku Azîz Şarûxê ji Rojhilatê Kurdistanê jî heman stran gotiye. Aslan, Nahîd û Qoçgîrî jî bi hesta vê hevkariyê, ji bo bibîranîna Rêncber Azîzî û rûmeta Azîz Şarûxî, ev stran gotin. Li gorî daxuyaniya Mainzer Weltmusik Akademieyê, di versiyona Rêncber Azîz de gotinên stranê yên hunermendî ne. Di versiyona Azîz Şarûxî de gotin, yên Hejar Mukriyanî ne yê ku sala 1991´ê koça dawîn kiribû. Selîm Temo gotinên stranê wê ji Soranî û Zazakî wergerîne Kurmancî. Stran û klîb li ser platformên parvekirinê êdî li ber dest e.

 

MAINZ