Dilgeşê serhildan û berxwedanan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Adar 2024 - 00:15

  • Stranên bi navê “Li Mêrdînê li Bagokê” û "Axa me zêr û zengîn e" di salên 1980 û 1990’î de li kolanên bajêr û navçeyên Kurdistanê olan didan. Gava Hozan Dilgeş 12’ê Adara 2017’an ji nava me koç kir, wî li pey xwe 11 albûm û bi sedan awaz hiştin.

DENÎZ ÎKE / ANF

Her gelek bi navdarên xwe tên naskirin û dîroka gelan bi pêşengiya van navdaran tê nivîsandin. Ji berê heta roja îro dengbêj û hozanan bi klamên xwe yên herî giranbiha, êş, hesret, evîn û têkoşîna gelê xwe vegotine. Hozan Dilgeş jî yek ji van hozana ne. Hunermendê Kurd ê Êzidî Hozan Dilgeş çendîn weke hozanekî mezin yê “Dengê berxwedan û serhildanê” were nasîn jî, li hêla din wî bi stranên xwe bingehê stranên şoreşê jî daniye û di vî warî de pêşengiyeke biqedir kiriye. 

Hozan Dilgeş sala 1952’yan li gundê Fisqînê yê ser bi Nisêbînê hat dinê. Yek ji 12 xwişk û birayan bû. Çawan ku li gorî baweriya Êzîdîtiyê tembûr pîroz e, bavê wî dersa tembûrê didiyê. Hîna 12 salî, ew hînî lêxistina tembûrê dibe. 14 salî êdî ew di çalakiyên cihê de derdikeve ser dikê. 

Rewşa siyasî ya salên 1970’yî bandor lê kir û ew li Nisêbîn, Şirnex, Colemêrg, Wan, Wêranşar, Dêrik û Şemrexê beşdarî çalakiyan bû; vê jî gelek bandor li wî kir. Hozan Dilgeş albûma xwe ya yekê sala 1978’an bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derxist. Di albûma xwe de ew dibêje, girî û nalîn ne çare ye û tenê rêya berxwedanê li ber Kurdan heye. Piştî vê albûmê di heman salê de neçar dimîne, ji welat dûr bikeve û berê xwe dide Elmanyayê.

Di Koma Berxwedan de cih girt

Hozan Dilgeş sala 1983’yan beşdarî çalakiyeke Hunerkomê dibe. Piştî vê çalakiyê ew di Koma Berxwedan a ser bi Hunerkomê de cihê xwe digire. Ji bilî vê ew li seranserê Ewropayê tevlî çalakiyan bû û derket ser dikê. Di 40 salên xwe yên hunerê de wî 11 albûm derxistin. Evîna Kurdistanê ya di dilê wî de her tim jê re bû kaniya stranan.

Li Mêrdînê li Bagokê

Wî berxwedana li Kurdistanê timî di stranên xwe de îfade dikir. Yek ji van stranan “Li Mêrdînê li Bagokê” bû ku ev strana berxwedanê di roja me ya îro de jî li ser ziman e. Wî ji bo vê stranê gotibû, “Strana 'Li Mêrdînê li Bagokê’ ne ya min e. Leheng û qehremanan ew çêkir. Keç û xortên Kurdan ev stran û berhemên wekê wê bi xwîna xwe çêkirin. Min tenê ew gotin, a heyî min gihand siberojê.”

Berxwedana Bagokê

Cihê herî bilind ê Çiyayê Bagokê hezar û 210 metreyî bilind e. Ev çiya di navbera Nisêbîn û Mîdyadê de ye û digihêje heta bi Hezexê. Ji ber ku sê herêmên sînor e ku Kurdistan pê hatiye parçekirin, ji aliyê stratejîk ve girîng e. Dema ku mirov ji serê Bagokê li dora xwe binihêre dikare bi hêsanî Keleha Mêrdînê, ronahiyên Nisêbîn-Qamişloyê û girên Şengalê bibîne. Bagok di salên 1980'î de bû yek ji baregehên gerîlayên Kurdistanê. Roja 1'ê Nîsana 1988'an komek gerîlayên ARGK'ê li dijî zêdeyî 10 hezar leşkerên Tirk berxwedaneke dîrokî kir. Şerê Bagokê rojekê û şevekê dewam kir. Vê berxwedanê rûpelekî nû li têkoşîna gerîla zêde kir. Piştî şer, medya Tirk tenê ragihand ku serdarekî pîlot û du leşker hatine kuştin, windahiyên din ên artêşa Tirk veşartin. Lê belê ev berxwedana gerîla ewqasî mezin bû ku dewleta Tirk nekarî veşêre û li Botan û Mêrdînê deng veda. Li gorî bîlançoya ARGK'ê nêzî 200 leşkerên Tirk di vî şerî de hatin kuştin. Gerîlayan ligel derfetên xwe yên kêm jî helîkopterek xist xwarê. Ew şerê gerîla yê herî mezin yê heta hingê bû.

Berxwedana Bagokê bi strana “Li Mêrdinê li Bagokê” ya Hozan Dilgeş di hişê mirovan de ma.

Qey bindestî para me ye lo?

Hozan Dilgeş muzîka xwe weke dengê berxwedan û serhildanê ji bo xelkê da pênasekirin. Gava got, “Ma qey bindestî para me ye lo” li dijî sîstema heyî serî hildida; gava digot, “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in” mêtingeriya şêx û axayan kire hedef. Bi “Karkero Piroletero” bang li karkeran dikir; bi “Serî dan û sir nedan” bûbû dengê berxwedana zindanan. Bi “Muxtaro” hevkarên dijmin mehkûm dikirin; bi “Biçûkê canê” zarokên di şeran de tên kuştin kiribûn rojev. Bi “Çuş çuş Xumeynî” dev avêtibû paşverûtiyê; bi “Çira find û fenerî” behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû. Hozan Dilgeş bi “Menal şehîdê mino” şîna şehîdan girêda; bi “Bijî bijî ARGK” silav da artêşbûna Kurdan. 

Bi muzîkê sînor rakir

Hozan Dilgeş piştî ku bi nexweşiya penceşêrê ket û her du lingên wî hatin jêkirin jî wî hewl dida awazên Kurdî çêbike û dixwest li ser berxwedana Kobanê û Şengalê albûmekê derxîne. Sed mixabin ku temenê wî têrê nekir. Hozan Dilgeş bi muzîka xwe sînorên ji bo Kurdistanê hatibûn xêzkirin ji holê radikir û hemû parçeyên Kurdistanê digihand hevûdu. Muzîka Hozan Dilgeş muzîka berxwedan û raperînê bû. Serîrakirina li hemberî zext û zilman di navenda muzîka wî de cih digire. Wêrek bû û wêrekiyê dida hezkiriyên xwe. Hozan Dilgeş di 12’ê Adara 2017’an de xatirê xwe ji gelê Kurd û hezkiriyên xwe xwest û koça dawî kir.

11 albûm û bi sedan jî stran

Hozan Dilgeş, gava ku ji nava me koç kir, 11 albûmên xwe û di gelek albûmên Koma Berxwedan de birek stran û klam hiştin. 7 sal bi ser wefata hunermendê Kurd ê navdar Hozan Dilgeş re derbas bû. Hozan Dilgeş di serdemek gelek zehmet de, bi hunera xwe têkoşînek mezin daye, berxwedan, serhildan, êş û zehmetiya gelê Kurd bi stranan vegotiye. Ji bo wê çendê ye ku piştî 7 salan hîna jî dengê wî di dilê gelê Kurd de zindî ye.

Nav û salên albûmên wî wiha ne:

1978: “Ma qey bindestî para me ye”
1980: “De lêxin, lêxin birano lêxin, xayînê mezin axa û şêx in”
1981: “Newroz e, Newroza cejna gelê me”
1983: “Karkero Piroletero”
1986: “Serî dan û sir nedan”
1989: “Muxtaro”
1990: “Biçûkê canê”
2001: “Ez û Yar”
“Gola Wanê”
“Heval Mazlûm”
“Pale”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.