- Ema Shin dilê jinên jibîrkirî ji nû ve vedijîne. Nexasim jinên jibîrkirî, ji lew re, ew dibêje navê jinan di dîrokê de tim hatiye jibîrkirin.
Ema Shin dilê jinên jibîrkirî ji nû ve vedijîne. Nexasim jinên jibîrkirî, ji lew re, ew dibêje navê jinan di dîrokê de tim hatiye jibîrkirin. Wê heta niha bi destan gelek dilên jinan çêkirine û ev berhemên xwe yên xweşik nîşanî xelkê dane. Berhem ango dilên wê bi ben, paçik û morîkan hatine xemilandin.
Ema Shin dibêje, “Ez li Japonya hatim dinyayê, lê di nav malbateke Koreyî de mezin bûm” û wiha behsa malbata ku di navê de mezin bûye, dike, “Kalikê min şecereya 32 nifşên malbatê nivîsîbû. Lê di nav şecereya wî de tenê mêr hebûn û wî qet cih nedabû jinan. Di hunerê xwe de min her tim xwest jinan û hunerê wan yê bi destan bi bîr bînim. Ev dilên ku dişibin peykeran, bêdengiya jinan û peywira ku civak li ser wan ferz kiriye, nîşan didin. Tenê hestên wan nabêjin, her wiha hêlên wan ên bi efsûn jî nîşan didin.”
Ev peykerên ku bi paçik, ta û morîkan hatine xemilandin jidil jî xweşik hatine çêkirin û bi aweyekî hestiyarî jinên jibîrkirî tînin bîra mirovan.
Her peykerek bi rengekî cuda hatiye xemilandin û hestên jinên hatine jibîrkirin ji nû ve vedijînin. Ema Shin niha li bajarê Awustralyayê Melbourne dimîne, û bi pêşengeha xwe ya bi navê “Hearts of Absent Women” (Dilên jinên nehazir/jibîrkirî) gelek peykerên wiha çêkirine û dixwaze bi van peykerên xwe yê rengîn, jinan bi bîr bîne.
MELBOURNE