Dilê di sînga zarokekî de

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Gulan 2021 - 04:03

  • Ferzad Kemanger: Bihêlin dilê min di sînga zarokekê de lêde da ku sibeha ji qirika wî bi zimanê xwe yê dayikê biqîrim; ‘Dixwazim bibim bayek, peyama hez û eşqa mirovan bigihînim her dera vê cihana berrîn.’

Mamosteyê zarokên Kurd yê berxwedêr Ferzad Kemanger beriya 11 salan bi gotinên “Dixwazim bibim bayek û peyama hez û eşqa mirovan bigihînim her dera vê cihana berrîn” ji nav me bar kir û çû. Beriya ew were bidarvekirin, li pey xwe nameyek hişt û di nameyê de got, ew dil û hinavên xwe bexşî zarokên welatê xwe dike, da ku dilê wî ji bo siberojê di sînga zarokekê de lêde û ew bi wê zarokê re bijî. Dilê Kemanger niha bi zarokên welatê wî re lêdide û ew tim li bîra zarokên welatê xwe ye û îro peyama Kemanger gihiştiye her derê vê cîhana berrîn. 

Ferzad Kemanger, li pey xeyalên zarokatiya xwe dibeziya û ew li xeyalên xwe yên zaroktiyê xwedî derdiket. Mamosteyekî dilsoz û dilsozê zarokên welatê xwe bû, her tim ji bo wan re dixebitî û cehda wî hemû siberoja zarokên welatê wî bû. Li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digeriya û bi zimanê zikmakî ders dida zarokan. Ew di heman demê de wek aktivîstekî jî dihat naskirin. Pergala Îranê ji bo siberoja Kurdistanê xetere didît û li hember vê yekê dixest civakê bi rêxistin bike. Çalakî û nerazîbûnên wî yên li hemberî asîmîlasyonê diyar bûn û li hember asîmîlaszonê jî li ber xwe dida û ew qebûl nedikir. Ji lewma, dewleta Îranê Kemanger wek tehlûkeyeke mezin didît ji bo xwe û ew dişopand. Dewleta Îranê Ferzad Kemanger herî dawî di sala 2006’an de girt.

Şehîdên zimanê Kurdî

Kemanger bi çend hevalê xwe re bi qasî 4 salan di hepsa Evînê ya Tehranê de hat ragirtin. Ji bo Kemanger û hevalên wî li Îranê û derveyî Îranê gelek xwepêşandan çêbûn da ku ew bên berdan. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di roporên xwe de êşkenceya li hemberî Kemanger eşkere kir û got, di hepsê de gef lê hatine xwarin û êşkence lê hatiye kirin. Lê rejîma Îranê guh neda van raporan û 9’ê Gulana 2010’an Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî û Elî Heydariyan bi dar ve kirin.

Ferzad Kemanger, li hepsê di bin zext, zor û gelek êşkenceya dewleta Îranê de jî wek mamosteyekî tevdigere û her tim bi rêk û pêk e, dev ji xebatên xwe yên ziman bernade. Li gel mamostetiya xwe, ew bi nivîs û şêwekariyê re jî elaqedar bûye. Di pêvajoya hepsê de gelek nivîs li pey hiştin. Ev nivîsên wî derbarê Ferzad Kemanger de gelek tiştan tînin ziman, tenê ne di hêla ziman de her wiha ew di hêla wêje û fîlozofiyê de jî nihêrînên giranbuha îfade dike. Di nivîsên xwe hemûzan de zimanekî sivik û edebî bi kar anîye.

Bîr û ramanên wî yên di van nivîsan de wek manîfestoyekê ne. Li gel ewqas zor û êşkenceyê, ew dîsa jî dev ji hestên mirovatiyê bernade û hezkirina xwe ya ji jiyanê û her wiha zarok û welatê xwe rave dike. 

Kemanger beriya ji vê dinyayê bar bike nameyekê dinivisîne, di vê nameya xwe de eşqa ji bo zarokên gundan bi zimanekî şairane tîne ziman: 

Beşek ji nameya dawî ya Kemanger

Îro dixwazin jiyanê ji min bistînin, bi ‘eşqa ji hevnifşên xwe re’ min biryar daye endamên laşê xwe bidime wan nexweşên ku mirina min karibe jiyanekê ji wan re bibexşîne, wek xelat peşkeş bikim û dilê xwe tevî hemû ‘evîn û heza’ tê de, mîna diyariyekê bidime zarokekê. Ferq nake ew zarok li ku derê be, li rex Karûn yan quntara çiyayê Sebelan yan li rex çolên rojhelat yan jî zarokek li ser çiyayê Zagrosê ku li benda hilatina rojê rûniştiye, tenê dilê min î serkeş di sînga zarokekê de lêxe, ku ji min serkeştir behsa hêviyên zaroktiya xwe ji heyv û stêrkan re bike û wan wekî şahidek bihesibîne da ku di dema mezinbûnê de xiyanetê li xewnên zaroktiyê neke. Dilê min di sînga kesekî/ê de lêde ku bi şevan bi zikê birçî serê xwe datîne ser balîfê û bîranîna ‘Hamid’ xwendekarê 16 salî yê bajarê min, di dilê xwe de zindî bihêle ku nivisîbû: Piçûktirîn xweziya min jî di vê jiyanê de pêk nayê” û pişrte xwe daliqandibû!

Bihêlin bila dilê min di sînga kesekî/ê de lêde, girîng nîne ew kes bi çi zimanî diaxive yan rengê çermê wî/ê çi ye, tenê bila zarokê karkerekî be da ku destên bavê wî yên qelişî agirê serhildaneke nû di dilê min de zindî bike.

Dilê min di sînga zarokekê de lêde ku di paşerojên ne ewqas dûr de li gundeki piçûk bibe mamoste û her roj danê sipêdê zarok bi kenên xweşik pêşwaziya wî bikin û wê/wî bikin şirîkê hemû xweşî û lîstikên xwe. Dibe wê demê zarok tama “feqîrbûn” û “birçîtiyê” nizanibin û di dinya wan de ti wateya peyvên ‘heps, êşkence, zilm û newekhevî’yê tine be. 

Bihêlin dilê min di quncikeke vê cihana berfireh de lêde, tenê jê agahdar bin, ew dilê mirovekî ye ku gelek raz û gotinên nehatine kirin ji xelkekî zêde û welatê min pê re hene, ji xelkê ku tevahiya dîroka wî êş, xem û azar bûye.

Bihêlin dilê min di sînga zarokekê de lêde da ku sibeha ji qirika wî bi zimanê xwe yê dayikê biqîrim; ‘Dixwazim bibim bayek, peyama hez û eşqa mirovan bigihînim her dera vê cihana berrîn.’

Wêne ji bo nemiran

Hunermend Rêbiwar Perwîzî jî şehîdên zimanê Kurdî ji bîr nekirine. Hunermendê ku rojeva siyasî, civakî, çandî ya Kurdan dişopîne, dinya wan a ruhî û manewî jî ji bîr nake. Ji ber wê jî nemiran bi hunerê xwe careke din nemir dike. Wî şehîdên 9´ê Gulanê ku yek ji wan jî Ferzad Kemanger e, bi hunerê xwe careke din nemir kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.