- Nivîseke Hesenê Alê ya li ser dîroka wefata helbestkar Dildar, dike ku dema wefata wî şêlo bibe, lê sedem û çavkaniya vê çi ye? Du hîpotezên min hene: Yan A. Balî xeletî kiriye yan jî Hesenê Alê.
LUQMAN GULDIVÊ
Sembola herî belav û qebûlbûyî ya modern a neteweyî ya Kurd bê şik û guman, sirûda Ey Reqîb e. Ey Reqîb li seranserê Kurdistanê ji aliyê tevahiya tevgerên Kurd ve weke “sirûda neteweyî” tê qebûlkirin. Yanî wê ji mêj sînorên Komara Kurdistanê li dûv xwe hiştine û bûye malê temamê Kurdistanê. Helbestkarê Ey Reqîbê Dildar e, yanî helbestkarê neteweyî yê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hat ragihandin. Gava mirov bi “helbestkarekî neteweyî” dakeve û wefata wî nisbetên hîna nû be jî, heger li ser roja koça wî ya dawî nikaribe bi issehî gotinekê binivîse cihê daxê û xemê ye. Bi qasî ku ez tê digihîjim, sedema vê yekê jî -yan jî yek ji sedeman- nivîseke Hesenê Alê ya li ser dîroka wefata helbestkar Dildar e; ew dibêje Dildar 12.07.1947´an çûye ser heqiya xwe. Lewma ji bilî wî, tevahiya çavkaniyên mayî roja bûna Dildar, yan jî bi navê xwe yê medenî Yûnis Mela Reûf 20´ê Sibata 1918´an li Koyê hatiye dinê û hîna 30 salên xwe temam nekirî, 12´ê Çiriya Pêşîn (Cotmeh) a 1948´an li Hewlêrê ji ber nexweşiyê (yan jî ji ber ku jehrdanê) wefat kiriye.
Temamê çavkaniyên mayî yên berdest û xuya, li ser tarîxa wefata wî li hev bikin jî, mirov ji xwe dipirse ka çavkaniya guhertîbûna dema mirina Dildar li cem Alê çi ye yan jî ka gelo şaşiyek heye? Ji ber wê ez ê bi van îhtîmalan dakevim û hewl bidim paşê jî hinekî bi meseleya wefata Dildar dakevin.
12´ê Tîrmehê yan Tişrînê?
Di wê nivîsê de ku em behsa wê dikin a li ser “Ey Reqîb” a di kitêba dijîtal a bi navê Dengbêj û Stranên me - Destan û Folklora me”* de hatiye weşandin, Hesenê Alê wiha behsa wefata Dildar dike: “Sedema mirina Dildar baş ne diyar e.
Tê gotin ku xwarina li kantîna memurên Hewlêrê xwarî de jahr hebûye, an jî bi wê xwarinê jahrê ketiye. Sedema xwe çi dibe, bila bibe, di roja 12.07.1947´an de bi nexweşiya dilrawesinê ew çûye ser heqiya xwe. Helbestvanê netewî Dildar li Hewlêrê di Goristana Gewre de binax bûye.”
Li vir tişta balkêş ew e ku navê mehê nehatiye hildan û weke meha 7´an agahî heye. Ji ber wê jî em dikarin, xeletiyeke ji ber navê mehê, pêşî deynin aliyekî. Esas nivîskar gava behsa cihê gorna Dildar dike, dikarî bi hinekî xwe êşandinê bigihîne xwe bigihîne wêneyekî gornê û bibîne ku li ser kêla gornê jî roja wefatê 12´ê Çiriya Pêşîn e.
Xeletî ya Balî yan a Alê ye?
Em berê xwe bidin çavkaniya Hesenê Alê. Di binê nivîsê de ew weke çavkanî behsa nivîsa A. Balî ya bi navê “Lêkolîn li ser Ey Reqîb” dike. Lê min li kovarên Çira ya ku ku min dizanî tê de hin nivîsên A. Bali hatine weşandin, nihêrî, lê di nava wan de ev nivîs nebû. Ji ber ku A.Bali, Balî Xan, Abuzer Bali Han bi kar aniye, karê min ne hêsan bû. Di kitêba bi navê Berevoka Helbestvanên Kurd de ** Wî û Rohat Alakom wefata Dildar tenê weke 1948´an nivîsandiye. Diyar e, ev ne çavkaniya Hesenê Alê ye. Muhtemel e ku ev nivîs di kitêba “Helbestvanên Kurd yên Sedsala Dawî”*** de be. Lê min kir û nekir, xwe negihand nusxeyeke wê. Ji ber wê jî ez nikarim niha bi issehî bibêjim, A. Bali çi nivîsiye li wir. Bi her halî di nivîsa behskirî de, heger Hesenê Alê rast ji ber nivîsa A. Balî girtibe, sala ku A. Balî berê di kitêba xwe de ji bo wefata Dildar weke 1948 nivîsîbû, weke 1947 hatiye guhertin. Lê “12.07.1947” çawa cihê xwe di nivîsa Hesenê Alê de girtiye? Li vir du hîpotezên min hene û ez ê pirr şa bim heger li ber destê xwendevanine me ev berhem hebe û ew karibin kontrol bikin ka kîjan hîpotez rast yan jî nerast e.
Hîpoteza yekem ew e ku A.Balî 12´ê Tişrîna 1948´an bi xeletî weke 12´ê Tîrmeha 1947´an nivîsîbe. Yanî bêyî ku zêde bi ber keve ku Tişrîn navê Çiriya Pêşîn (Cotmehê) e di Soranî de xeletiyeke weke vê kiribe. Herçî sal e jî ji çavkaniyên bi Erebî gava wergirtî bê dîqetî kiribe.
Hîpoteza duyem jî ew e ku A. Bali dem weke 12´ê Tişrîna 1947´an nivîsîbe û Hesenê Alê, zêde ber neketibe û 12´ê Tişrîna 1947´an weke 12.07.1947 fêm kiribe. Heger ev hîpotez rast be, hingê A. Balî tenê sal şaş nivîsandiye.
Wefat kir yan şehîd bû?
Me li jor xwend, li gorî Hesenê Alê çi jehr dabin û çi jî ji ber nexweşiyê, sedema “isehî” ya wefata Dildar ew e ku dilê wî sekiniye. Lê mijara hejrdana wî jî ji wan meseleyan e ku bi kurtî me jî mirov balê bibe serê. Ez hizra xwe ya pêşî bibêjim, bi qasî xwendinên heta niha, diyar e ku ev “efsaneyek” e. Yanî bi ciwanî mirina helbestkar Dildar dibe ku kiribe ev efsaneya hanê bê çêkirin û belavkirin. Helbet, ji ber ku Dildar “Sekreterê Giştî yê Partiya Hîwa” bû û ji ber wê ketibû zindanê, mirov nikare bi temamî van îdîayan weke efsane bavêje aliyekî.
Axir, sala 12´ê Mijdara 2021´ê di Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) de bi ser navê “Nivîskarê 'Ey Reqîb' Dildar ji ber çi mir?” hat weşandin****. Nivîskarê vê nivîsê nehatiye binavkirin, yanî maxrec Navenda Nûçeyan e. Em dibînin ku ev nivîs jî esas mirina Dildar a li Sînemaya Hemra ya li Hewlêrê dema ku li filmê li ser jiyana Selahaddîn Eyyûbî temaşe dikir, zêde bi vir û wir de nabe: Ew jî dibêje ji ber ku dilê wî disekine Dildar miriye. Lê efsaneya ku bi îhtîmaleke mezin “hin dîroknasên Başûrê Kurdistanê” çêkirine jî îfade dike.
*https://web.archive.org/web/20120324015302/http://www.rojnivisk.com/pdf/A-K.pdf
** Ji Weşanên Komkarê sala 1982´yan li Frankfurt am Mainê hatiye çapkirin. Binihêre li rûpel 38-39.
*** Ev kitêb jî ji Weşanên Rê sala 2007´an derketiye.
**** https://anfkurdi.com/jin/niviskare-ey-reqib-dildar-ji-ber-ci-mir-148705; divê nûçeyê de roja wefata Dildar bûye 12´ê Mijdara 1948´an. Em dibînin çawa Tişrîn ku esas Tişrîna Ewel e, lewma ya duyem dibe Tişrîn el-Sanî, di nûçeya ANF´ê de bûye Mijdar.