Koma Govend û Çandê ya Dîlan Urmiye ya ji Rojhilatê Kurdistanê, di du mihrîcanên cihê yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Awustiralyayê de xelat wergirtin. Di Festîvala Dansê ya li DYE´yê de kom bû yekemîn. Di festîvaleke folklorê ya li bajarê Awustralyayê Sydneyê de jî kom online beşdar bû û bû yekemîn. 
Kom fermî Adara 2018´an hatiye damezrandin. Armanca sereke ya komê, di danasîna wê de zindîkirina huner, muzîk û şanoya gelêrî ya miletê Kurd e.  

Di festîvala "Happy Planet 2019" a li Ermenistanê de hem di beşa muzîkê de û hem jî di beşa govendê de bû yekemîn.
Kom her wiha hat hilbijartin ji bo ku di Kupaya Cîhanê ya Folklorê de nûneriya Îranê û Miletê Kurd bike. Lê ev festîval ji ber vegirtina vîrusa koronayê hat betalkirin. Di danasîna wan a li ser malpera Konseya Folklorê ya Cîhanê de ku kom jî endamê wê ye dinivîsîne: “Endamên Dîlan Urmiye ya ji destê wan tê dikin da ku hunerê gelêrî yê Kurdan nîşanî dinyayê bidin.”

Di komê de 12 ciwanên Kurd hene û ew li ser govend û muzîka Urmiye, Sine, Merîwan, Seqiz, Bane û Mehabadê dixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN