Dijminê dinya û fezayê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Tebax 2021 - 06:06

Ji ber ku hikûmetên dewletan û qanûnçêkerên wan serê xwe pê naêşînin, li ser dinyaya me û zindiyên wê tehlûkeyên pirr mezin çêbûne. Avhewaya diguhere, ji bo gelek zindiyan êdî bûye sedem ku tine bibin. Heta mirov jiyana xwe bi xwe jî bi birrîna daristanan, bi dermankirina zêde ya zeviyan, bi rê, zêdebikaranîna çavkaniyan û serfkirina zêde tîne ber keviya kendalekê: heger jê venegere wê di kendalê wer be. Yanî xemsarî dijminê dinyayê ye. Lê li derdora dinyaya me jî bê hesab çopa mirovan kom bûye. Li fezaya hema li derveyî me tingekî mezin ê çopa fezayî berhev bûye. Ji ber ku derd û kulê hikûmetên dewletan jî tenê berjewendiyên demkurt ên çînên xwedî îmtiyaz e, ew ti tevdîran nagirin, qanûnçêkerên wan jî ti qanûnan dernaxin. Navneteweyî jî rewş ne çêtir e. Yanî xemsarî dijminê fezayê ye jî.

Belkî em di dinyaya xwe de heps bibin

Bermahiyên roket, keştiyên fezayê, satelîtên kevin û çopên din ên mirovan jî li dora dinyayê li ba dikevin. Texmînî 228 milyon parçeyên wisa hene li dora dinayayê. Ew rabihuriyê bi bîr bixin jî, ew ji bo siberojê tehlûke ne. 
Tehlûkeya herî mezin jî wisa ye: Heger parçe li hev bikevin, hev du bipekînin û ew jî bi awayekî zincirî li hin parçeyên din bikevin û parçe hemû êdî bipekin û li dora dinyayê bigerin. Zanyarê NASA´yê Donald Kessler sala 1978´an gotibû, heger ev biqewime, li dora dinyaya me wê tebeqeyek çêbe, û ev tebeqe wê me li nava dinyayê heps bike. Yanî seferên ji dinyayê ber bi fezayê ve wê ne mumkin bibin. 

Wekî din ketina wan a ser rûyê erdê jî her weke tehlûke dimîne. Ji bo pêşîgirtina li van tehlûkeyan, dewlet jî û Neteweyên Yekbûyî jî halê hazir xemsar in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.