Dijberiya hişk bi dawî dibe

Nûçeyên Dosye

Çarşem 18 Mijdar 2020 - 01:06

  • "Niha jî, PDK di nava çerxa pîlanên dewleta Tirk de ye û ji bo silametiya berjewendiyên malbata Barzanî, tevahiya doz û destketiyên Kurdan li ber nemanê ne. Mînaka piçûk a dilsoziya mutleq a Barzaniyan bi dewleta Tirk re ye."

LUQMAN GULDIVÊ

 

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) serokê hilbijartî Joe Biden e û piştî 20´ê Çileyê 2021´ê serdema Trump bi dawî dibe. Tesîra vê guhertinê li siyaseta DYE´yê ya li Rojhilata Navîn, nexasim jî elaqedarî Kurdan û Kurdistanê wê çi be? Me ev pirs û tesîrên vê guhertina muhtemel li siyaseta aliyên Kurdistanî ji akademîsyen Dr. Seevan Saeed pirsî. Seevan Saeed ê ku doçent e li Dibistana Dîrok û Şaristaniyê ya Zanîngeha navdar a Çînê, Shaanxi Normal University dibêje, dibe ku êdî ew siyaseta hişk û yekser li dijî Kurdan li Sûrî û Iraqê êdî nebin. Lê bi ya wî dewleta Tirk wê zû ji ya xwe bê xwarê da ku rêveberiya nû ji xwe razî bike. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî ew hişyar dike ku teslîmbûn û dilsoziya PDK´ê bi dewleta Tirk re dikare rê li ber jidestdana tevahiya destketiyên Kurdan veke.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi desteka DYE´yê êrişên xwe zêde dike. Ji bo çi niha evqasî ecele dike? Çawa dikare evqasî ji xwe razî bawer bike ku dikare Kurdan berde hev?
Tirk bi temamî serbixwe nînin. Bêyî piştgiriya DYE´yê û bi rengekî Rûsyayî jî razî bikin, ew nikarin li gora dilê xwe li Sûrî, li Iraqê yan jî li ti devera din a dinyayê hereket bikin. Tişta ev pêleke diqewime, bi carekê nebû. Lê belê bi lez Tirk wê didin ser hev. Ji ber ku hesabên wan ên mezin hene ji bo rêveberiya Biden û 4 salên wê. Ew dibînin ku Biden û desteya wî ya wezîran wê weke Trump li gorî dilê Tirkiyeyê nebin. Ji ber vê, ew ji bo pêkanîna xewna xwe ya 2023´yan (Misaki Milli) bilez gavan diavêjin. Plana 2023´yan jî yekser elaqedarî erdên bakurê Sûrî û Iraqê ye. Di vê meseleyê de tevgera Kurd û miletê pişta wê digire, astengiya sereke û yekane ye li pêşiya pêkhatina xewna dewleta Tirk.

Tişta li vir cihê daxê ye, heyf û mixabin e, ew e ku li aliyê din PDK ya li Başûrê Kurdistanê hewl dide dilsoziya xwe ya bo dewleta Tirk re dewam bike, tevî ku ji tevahiya Kurdan re eşkere bûye ku dewleta Tirk dijminê her Kurdî û her santîmetroya Kurdistanê ye. Hîna nû êrişên xwe li dijî miletê Kurd li herêma Kurdistanê bi alîkariya PDK´ê (û bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê) zêde kirin. PDK´ê dest bi êrişeke çapemeniyê ya dijwar kir; ew pê PKK´ê gunehbar dike ku li Herêma Başûrê Kurdistanê pirsgirêkan çêdike. Ya rastî ew e ku ya van pirsgirêkan hemûyan çêdike dewleta Tirk e. Qesta wê heye ku tevahiya Herêma Kurdistanê tevê Mûsil û Kerkûkê dagir bike. Ti guman ji vê nîne. Ji ber wê dewleta Tirk tevî ku bê hejmar krîzên wê yên navxweyî û derve hene, di vê kêliya desthilata AKP´ê de careke din dixwaze êrişî Kurdan û destketiyên wan ên li Başûr û Rojava bike.

Dewleta Tirk wê bi lez xwe li rêveberiya Biden bîne yan na?

Dewleta Tirk, xwedî tecrûbeyeke dirêj a lihevkirina bi awayê ji ya xwe bê xwarê - di meseleya prensîp û nirxan de - ye, da ku karibe hin destketiyên siyasî û aborî misoger bike. Ji ber wê, bi ya min ew ê di demeke nêzîk de her hewldanê bikin da ku Biden û rêveberiya wî razî bikin û bikin ku ew fikra xwe xwe beramberî Tirkiyeyê û hikûmeta AKP´ê biguhere, ya ku di şiroveyên wî yên beriya niha de xwe dabû der. Berjewendiyên DYE´yê di ser exlaq û daxuyaniyên siyasî re ne. Ji ber wê di navbera Biden û Trump de, ez guhertineke mezin a siyaseta beramberî herêmî hemûyî, nabînim.

Ya ecêb bi min, hesabê şaş û dilsoziya korane ya Kurdên ji rêûresmê (PDK û hevgirên wê yên li Başûr) ji bo taktîkên Tirkan û stratejiya wan a li herêmê ye. Her tişta di van 17 salên dawî de li Başûr qewimî, ji gendeliyê heta bibinketina rêveberiyê, ji qaşo aboriya serbixwe heta bi peymana neftê ya bibinketî ya bi dewleta Tirk re û aloziya bi Bexdayê re, ji şerê li dijî DAIŞ´ê heta bi ji destdana nîvê erdên Başûrê Kurdistanê ê di destê pêşmergeyan de, ev hemû bi pîlan û hovîtiyên dewleta Tirk qewimîn. Dewleta Tirk dijminê di asta herî jor de ê miletê Kurd û Kurdistanê ye. Niha jî, PDK di nava çerxa pîlanên dewleta Tirk de ye û ji bo silametiya berjewendiyên malbata Barzanî, tevahiya doz û destketiyên Kurdan li ber nemanê ne. Mînaka piçûk a dilsoziya mutleq a Barzaniyan bi dewleta Tirk re, hovîtiya rojane, bombekirina bi dronan a xelkê Başûr e. Ev nabe nûçe. Lê gava xeteke lûleya neftê li Mêrdînê tê bombekirin, ev dibe nûçeyeke mezin. PKK´ê gunehbar dikin ku êrişê aboriyê dike. Ya rastî ev ne aborî ye. Jixwe hîç ne aboriyeke Kurdî ye. Ji ber vê yekê, lazim e PDK bê sekinandin û miletê Kurd divê zend û bendan vemale da ku têkoşîna Kurdan bîne ser rêya rast, beriya ku dewleta Tirk bi destê PDK´ê her tişta heta îro bidestxistî wêran bikin.

Dewra James Jeffery di van pîlanên dewleta Tirk de diyar e. Ew niha diçe, va ye çû. Gelo li Kurdistanê, li Sûrî û Iraqê em dikarin li benda guhertineke siyaseta dewleta Tirk bin?

Ji bilî têkiliyên wî yên demdirêj, berjewendiyên aborî ên James Jeffery li Tirkiyeyê hene. Ji bo Tirkiyeyê ew namzetê favorî bû di çar salên bihurî de û ji bo Trump jî van herdu salên dawiyê. Wî zirareke mezin kir li bipêşketina Kurdan li Sûrî û li Iraqê. Hêviyek heye ku di serdema Biden de têkiliyên di navbera Tirkiye û DYE´yê de li Sûrî û Iraqê ne yekser û bi temamî li dijî Kurdan bin. Ji ber ku di navbera Rusya û Tirkiyeyê de, wê ewqasî jî bi dilê DYE´yê nebe ku dilê dewleta Tirk xweş bike. Axir, ti tişt ji bo DYE´yê ji berjewendiyên wê muhimtir nînin û ti tişt wê ne hêsan be ji ber ku gava lazim dibe, Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe hazir e li hev bike.

Ya xuya her kes ji hebûna eskerî û siyasî ya dewleta Tirk li derveyî Tirkiyeyê aciz e, lê rewş bi rastî çi ye?

Dewleta Tirk qurnaziyê dike di navbera du zirhêzan de yanî di navbera Rûsya û DYE´yê de. Herçî Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ye, ew lawaz û tirsonek e, zêde parçebûyî ye û nikare biryaran bide ji bo ku li ber pirsgirêkên dewleta Tirk her sal derdixe, rabe. Belkî rêveberiya Biden hin tevdîrên dijwartir li dijî dewleta Tirk bigire. Lê divê em ji bîr nekin, Biden vê kêliya hanê bi taybetî li dijî AKP û Erdogan tenê ye. Heger di demeke nêzîk de hikûmeta Tirk biguhere, DYE wê, dîsa xwe kerr û lal bike beramberî tişta tê serê Kurdan.
Herçî Îran e, ew ji guhertina li DYE´yê razî ne. Lê rewş ne ya 2008´an e ji bo DYE´yê. Armancên stratejîk ên DYE´yê li Rojhilata Navîn bi lez diguherin. Îsraîl êdî ne di tehlûkeyê de ye. Êdî talebeke mezin a ji bo neft û gaza Rojhilata Navîn nemaye. Herçî “şerê li dijî terorê” ye, dron û hêzên wekîl (dewlet yan jî aktorên ne dewlet) dikarin vî şerî jê re bikin. Ji ber wê Îran wê wisa bi hêsanî ji ber serokatiya Biden neyê nav civaka navneteweyî. Lê belê Çîn û peymana wê ya 25 salan a bi Îranê re bi piştgiriya Rûsyayê, nabe ku mirov nebîne, dibe ku ev peyman Îranê li meydanê vegerîne.

 

"Mirov tam nikare hesab bike, bibîne ka ev teslîmbûn û dilsoziya bi dewleta Tirk re çiqasî kûr e û ji xisletên siyasî yên Başûr in. Ji ber wê yekê, ew kêliya dîrokî ya yekbûna pêşmerge û şervanan li Kobanê, va ye piştî 6 salan li Başûr li ber jibîrkirinê ye."

 

Em berê xwe bidin Kurdên Başûr, heger PDK´ê berê xwe li şûna Enqerê berê xwe bidana Bexdayê, wê reaksiyona DYE´yê çi bûya? Tesîra vê reaksiyonê li ser PDK´ê dikarî çi be?

Kurdên Başûr û rêveberiya wan di kaoseke mezin de halê hazir. Ji sala 2003´yan ve rêveberî (esas PDK) di her gava xwe de bi bin dikeve. Erdên xwe, neftê û pozîsyona xwe li Bexdayê her roj ji dest didin. Gendelî, planên ji dûr re kor, nebûna hizreke stratejîk kir ku ti siberoja Hikûmeta Herêma Başûr nemîne. Teslîmbûna pîlana Tirkiyeyê jî hîç ji bo wan baş xuya nake. Kaosa çandî, aborî, tenduristî û ji wan jî muhimtir siyasî bû xisleta herêmê. Xewna miletê Kurd yekîtî ye, li pêkhateyên siyasî yên Başûr dûrî rastiyê ye. Ji bo PDK´ê û hevalbendên wê, şerê li dijî tevgera Kurd li Bakur û Rojhilat siyaseta sereke bû. Mirov tam nikare hesab bike, bibîne ka ev teslîmbûn û dilsoziya bi dewleta Tirk re çiqasî kûr e û ji xisletên siyasî yên Başûr in. Ji ber wê yekê, ew kêliya dîrokî ya yekbûna pêşmerge û şervanan li Kobanê, va ye piştî 6 salan li Başûr li ber jibîrkirinê ye. Ev trajediyek e. Sedema bîra demkurt a xelkê jî ji ber hebûna gelek pirsgirêkan û siyasetvanên xirab nexasim, PDK´ê ye.

Di siyaseta giştî de usûl wê biguhere

Li ser pirsa elaqedarî tesîra hilbijartina Biden li siyaseta DYE´yê beramberî Îran, Iraq û Sûriyê, Dr. Seevan Saeed dibêje, “Ji me re pirrî caran hatiye gotin, herçî hikûmetên rojavayê dinyayê ne, mesele sazî ne, ne şexsê wezîfedar. Gava mirov li esasê siyaseta DYE´yê ya derve ya elaqedarî Rojhilata Navîn dinihêre, nexasim jî kaosa ji sala 2001´ê ve ya li herêmê, esasê siyasetê wê neguhere; dibe ku di usûlê de hin guhertin çêbin. Sala 2011´an Obama serok bû Biden zilamê duyem bû û wan rêveçûna siyasetê gelekî guhert. Wan bi carekê destek da Birayên Misliman û komên din ên tundraw di bin navê Bihara Ereb de. Helbet herçî ev e, em ê bibînin ku tevahiya bernameyan neguheriye. Lê ew hewldanek bû ku rêyeke din bû li şûna ku li herêmê destekê bidin dîktatorên dem dirêj.
Herçî Îran û peymana nukleer e, Trump reaksiyoneke dijberî wê nîşan da, dijberî stratejiya wê ya belavbûnê û hawirdekirina plana Îranê nexasim ber bi Iraq û Sûriyê ve. Vê kir ku aboriya Îranê gelekî xira bibe û çalakiyên Îranê li herêmê û jê û wê de kêm bibin. Dîsa jî Îran xwedî roleke mezin e li herêmê û wê xwedî roleke mezin be jî. Bi Biden re jî Îran wê her ji bo planên DYE´yê yên ji bo herêmê her tevlîhevî û pirsgirêkan ava bike. Ya diyar ew e ku siyaseta Biden beramberî Îranê nermtir e. Lê kongre meclîsa nûneran û Pentagon xwedî dewreke mezin in di diyarkirina vê siyasetê de. Ji ber wê bi ya min wê guhertineke zêde nebe gava ku 20´ê Çileyê 2021´ê Biden dest bi wezîfeyê bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.