Herêm Nêrgiz ji malbatekê ye ku hez ji muzîkê dike. Ew hîna zarokeke piçûk e, elaqeya wê ji dengbêjiyê re çêdibe. Îro kilaman dibêje, distêre û di warê dengbêjî û tembûrê de perwerde dibe.
Dengbêjiya jinan di nava civaka Kurd de xwedî cihekî taybet e. Yek ji van dengbêjan Herêm Nêrgiz a 17 salî ye. Wê ji bo siberojê daniye ber xwe bibe dengbêj û kilambêj. Nêrgiz ev 2 sal in li Akedemiya MA Muzîkê ji bo dengbêjiyê perwerde dibe.
Nêrgiz, di sala 2004’an de li navçeya Amedê Farqînê hatiye dinê û ev du sal in bi ders û perwerdeyê, bi huner mijûl dibe. Nêrgiz dibêje, dema ku mirov zimanê hunerê bizane, dikare di nava çand û huner de cihê xwe bigire: “Ziman ne tenê axaftin e, ziman xwebûn û hebûna mirovan e. Civak û mirovek bi zimanê we heye û tê naskirin. Zimanê Kurdî jî di hêla hunerî de weke behreke bêbinî ye. Ez li Akedemiya MA Muzîkê di warê dengbêjî û tembûrê de perwerde dibim. Tembûr û kilamên dengbêjiyê yên ku ez distêrim, ji bo min mîna hevalekê ne. Bi tembûr û kilamên dengbêjiyê bêhna min fereh dibe. Wexta ku ez xwe nebaş hîs dikim, bi dengbêjî dibêjim û ew min ji vê dinyayê dibe dinyayeke din. Her kilameke dengbêjiyê dîrokek zîndî ya civaka Kurd e. Ji bo vê yekê ez di nava dîrokê de têm û diçim.”
Serpêhatiya dengbêjên jin
Herêm Nêrgiz dibêje, ew hîna heft salî bûye, wê li kilamanên dengbêjiyê guhdarî kiriye: “Di malê de timî em li dora bavê xwe kom dibin û wî ji me re di Stêrk TV de bernameya ‘Şevbihêrka Dengbêjan’ vedikir û me lê guhdarî dikir. Timî bavê min ji me re qala dengbêjiyê dikir. Timî dengbêjên jin bala min dikişand û min jî dixwest ez weke wan kilaman bibêjim. Dengbêj Meryem Xan, Eyşe şan û Fatima Îsa min ji xwe re mînak digirtin. Bavê min daimî ji me re qal dikir ku ‘çi hatiye serê dengbêjan, bi şêwazê kilaman û bi rêya dengbêjiyê gotine’ Vê yekê gelekî bala min dikişand û min ev huner gelekî meraq dikir. Li ser vê meraqê min kilamên dengbêjiyê ji ber kirin û niha jî dikarim bibêjim. Herî zêde min ji kilama Meryem Xan ‘Dotmamê’ hez dikir.”
Herêm Nêrgiz hez ji vî hunerê dike û sedemên xwe jî wiha îfade dike: “Kilambêjî û stran bextewariya min in. Li gorî min muzîka Kurdî bi saya dengbêjiyê ava bûye û heta roja îro hatiye. Di vê çanda qedîm de dengê jinên Kurd çanda dengbêjiyê xweştir dike. Jina Kurd di warê stranbêjiyî ango muzîka Kurdî de gelek zehmetiyên mezin kişandine. Weke Ayşe Şan û Meryem Xanê. Dema ez jiyana wan dixwînim û li wan guhdarî dikim, ji min re dibin mînak. Heke wan di wan şertên zor de pêşî li me venekirina, belkî îro me jî bi awayekî azad di nava civakê de nikaribûya hûnerê xwe nîşan bidin.”
Çandê nas nekî tu bê bîr î
Jina ciwan a dengbêj Herêm Nêrgiz, di dawiya axaftina xwe de ji ciwanan xwest li çanda xwe ya dengbêjiyê xwedî derkevin: “Timî ji hevalên xwe re ez qala dengbêjiyê dikim û ji wan re kilaman pêşniyaz dikim û dibêjim. Dengbêjî hunerekî pirr mezin e ji bo min. Divê ciwan hemû hay ji hunerê xwe hebin û xwedî li vê çanda buhagiran derkevin. Ji ber ku mirov bi çand û hunerê xwe tê naskirin, kesên dîrok û çanda xwe nas nekin, weke mirovekî bê bîr û hiş e.”
ANF/AMED