Dibistanek ji çîroka Kurmancî re

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 6 Nîsan 2021 - 04:26

  • Kurdeçîrok weke kovar dixwaze bibe dibistanek ji bo çîroka Kurmanciyê. Lê her wiha ji armancên wê ye ku ji bo nifşê nû yê nivîskarên kurteçîrokên Kurmanciyê jî bibe platformeke berhemên wan ên pêşî.

Li kovarên Kurdî bi navê Kurdeçîrok koverek din zêde bû. Kurdeçîrok serê çar mehan carekê wê derkeve û were belavkirin. Berga kovara Kurdeçîrkê ya hejmara yekemîn bi tabloya wênesazê navdar Marc Chagalli ya bi navê “Ez û Gund” hatiye xemilandin. Bi bergê xwe û naveroka xwe ya têr û tije Kurdeçîrok di kovergeriya Kurdî de xwedî îdîa xuya dike. Li gel vê îdîayê, armanca kovarê bi zimanekî dilsoz hatiye ravekirin û ji bo nivîskarên nû jî ew diwxazin bibin hêviyek. 

Bi gotina Kurdeçîrokê ew bi tûrikekî tije çîrok derdikevin pêşberî xwîneran û her çiqas şermok û bi kelecan bin jî ew ji wêrekiya xwe tavîzê nadin. Kurdeçîrok bi Kurmancî hatiye derxistin û gelek çîrokên wêrek di hundirê wê de hene. 

Di hejmara yekemîn a kovarê de ew cî didin çîroka Fûad Temo ya ku weke kurteçîroka modern a Kurmancî ya yekem tê pejirandin. Çîroka Fûad Temo di sala 1913’an de di kovara Rojî Kurd de li Stenbolê hatibû weşandin. Kurdeçîrok di heman demê de cî dide gelek nivîskarên dinyayê jî. Di vê hejmara yekemîn de çîrokên A. Çexov, G. De Maupasaant, F. Kafka. E. Hemingway, K. Mansfield bi wergerên Kurmancî di Kurdeçîrokê de ciyên xwe digirin. Ji xeynî wergerên biyanî ew dibêjin ku ji bo hejmarên bê ew ê bi nivîskaran re hevpeyvînan bikin, li ser pirtûkên çîrokan binivisînin û nûçeyên di biwara wêjeya Kurdî û wêjeya cîhanê de ragihînin xwînerên xwe

Baweriyê bi mucîzeya çîrokan tînin

Edîtoriya kovara Kurdeçîrokê nivîskar Mehmet Dîcle dike. Dîcle, yek ji wan kesan e ku serê xwe û dilê xwe bi çîrokên Kurdî re diêşîne û heya niha bi navê “Asûs” , “Ta” û “Nara” sê pirtûkên wî yên çîrokan hatine weşandin. Di nivîsa destpêkê ya Kurdeçîrokê de Dîcle diyar dike ku ev yek ji bo wî û hevalên wî xeyalek bûye û wan bawerî bi mucîzeya çîrokan anîye. Dîcle wiha qala vê xeyala xwe dike; “Kovereke çîrokan xeyala min û hevalên min bû yên ku me bi hev re dil da vî karî û bi hev re dest pê kir. Me di serî de xeyala xwe bi dengekî ku tenê me bihîst bilêv kir, paşê her ku me ji hevalên xwe yên ku wan jî wek me bawerî bi mucîzeya çîrokê anîbûn re qal kir û her ku wan ji me re got, ev xeyala min bû jî, em wêrektir bûn.”

Kurdeçîrok dê bibe dibistana çîrokan

Dîcle û hevalên xwe ji xeynî xeyalên xwe qala armanca xwe ya ji derxistina kovareke wiha jî dikin. Ew dixwazin, ji bo kesên dildarên çîrokê ne, bibin pencereyek û armanca kovarê wiha tîne ziman, “Armanca me ev e ku kovara me bibe dibistana çîroka Kurmancî û em bibin hevalê kelecana nîvîskarên nû. Pênûsên nûhatî li vir yekem çîrokên xwe binivisîn, li vir guh bidin çîroknûsên beriya xwe û çîrokên dunyayê bi rêya wergerê ji Kurmancî bixwînin.”
Li gel wergerên ji zimanê Îngilîzî û Tirkî, Amed Çeko Jiyan, Mehmet Şarman, Loqman Ayebe, Burhan Tek, Mem Med û gelek nivîsakrên din bi çîrokên xwe tevlî vê hejmara Kurdeçîrokê bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.