• Bawer Agirî yek ji wan kesan e ku dersên Kurdî li ser kanala xwe ya youtube dide. Ew dibêje, kesên dixwazin xwendin û nivîsandina xwe ya Kurdî pêş bixin, dikarin li ser kanala “Hîngeha Kurdî” xwe bigihînin dersan.

MEHMET ASLAN
MA/STENBOL

 

Bawer Agirî di odeya xwe ya çend metre kare de li ser Youtubê zimanê Kurdî hîn dike. Ew dibêje, kesên dixwazin xwendin û nivîsandina xwe ya Kurdî pêş bixin, dikarin li ser kanala “Hîngeha Kurdî” xwe bigihînin dersan.
Xebatên ji bo bipêşxistina çand û zimanê Kurdî tên meşandin, tevî zext û êrişên bi salan jî, her roja diçe zêdetir bi pêş dikevin. Di demên dawî de, ev xebatên wiha bi taybetî li ser Youtube û Twîtterê zêdetir bûne. Bawer Agirî yê ku ji Adara bihurî ve li ser Youtube dersên Kurdî dide, ji bo Kurdî belav bibe, di nava hewldaneke mezin de ye. 
Agirî, dibêje, piştî ku wî sala 2004’an li straneke hunermendê kurd Ciwan Haco guhdarî kir, wî xwestiya gotinên wê binivîsîne: “Min xwest ez peyvên stranê bi Kurdî binivîsim. Lê ji ber ku min bi tîpên Kurdî baş nedizanî, min nekarî binivîsim. Ji ber vê yekê, min xwe bi xwe pirsî. Ji wê rojê ve, min biryar da ku ez baştir fêrî Kurdî bibim. Dûre min ferhenga Kurdî kirî û gav bi gav min xwe bi pêş xist. Pişt re min dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir û ji bo kêmasiyên di helbestan de temam bikim jî, min xwe li Ensîtûya Kurdî ya Stenbolê li dersan qeyd kir. Bi vî awayî ez fêrî Kurdî bûm.” 
Bawer Agirî, da zanîn ku piştî fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe, ew dest bi dayîna dersên hînkirina Kurdî dike: “Min di enstîtûyê de, dest bi dayîna dersan kir. Lê ji ber şewba vîrusa koronayê, êdî dersên rû bi rû yên fizîkî nehatin dayîn. Ji bo vê li ser Youtube min kanalek vekir û min dest bi dayîna dersên Kurdî kir.” 

Her kes dikare Kurdiya xwe baş bike 

Bawer Agirî dibêje, xwe gihandina agahiyên zimanan gelek caran zor û zehmet e û ji bo tecrûbeya xwe wiha dewam dike: “Ji ber min jî ev zor û zehmetî kişandin, min nexwest, kesên dixwazin hîn bibin van zoriyan bikişînin. Ev jî bû sedem ku serî li rêbazeke wiha bidim. Dîsa min xwest ev ders di destên min de weke arşîv bimînin. Niha hemû kesên ku dixwazin gav bi gav fêrî Kurdî bibin, dikarin li ser kanala ‘Hîngeha Kurdî’ xwe bigihînin dersan. Her kes dikare bi van dersan, Kurdiya xwe pirr baş bike.” 
 
Li dijî êrişan xwedîderketina li Kurdî

Bawer Agirî, di dawiyê de banga xwedî derketina zimanê Kurdî kir û wiha got: “Îro Tirk, Ereb, Ingilîz û her kes xwedî li zimanê xwe derdikeve. Gelo çima em Kurd xwedî dernekevin? Em ji hev re bibin alîkar. Kesên ku dixwazin hînî ziman bibin, em rê nîşanî wan bidin. Di heman demê de, divê Kurdî di her warê jiyanê de cih bigire. Herçî ev mesele ye, bi taybetî kar dikeve ser milê siyasetvanan. Îro pergal êrişan dibe ser civaka Kurd. Divê bi her awayî em xwedî li zimanê xwe derkevin.”