Dibistana bi zimanê Suryanî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Mijdar 2024 - 00:26

Mêrdîn bi navçeyên xwe ve bajarek pir netew û olî ye. Lê tevî vê taybetmendiya xwe jî weke tevahiya bajarên Kurdistanê li Mêrdînê jî polîtîkayên pişaftin û tekperestiyê hatine meşandin. Ev polîtîka hê jî tine domandin û perwerdeya bi tirkî li zarokên Kurd, Suryan û Ereb tê ferzkirin. Li gundê Haxê yê navçeya Midyadê ku ji 23 malên suryanî pêk tê, bi armanca ku pêşî li pişaftina li dijî wan bê girtin xebatên perwerdeya suryanî ji bo zarokên gund tên kirin. Ev xebat li Dêra Meryam Ana ya xwedî dîrokeke kevnar tên meşandin. Gundiyan li dêrê polek ava kiriye û zarokên xwe li vê polê bi suryanî perwerde dikin. Her wiha ji bo ku jê sûd werbigirin gundiyan di heman demê de li rex polê pirtûkxaneyek jî ava kirine. Li pirtûkxaneyê bi sedan pirtûkên bi zimanê suryanî hene.

30 zarok têne perwerde kirin

Li Dêra Meryem Ana mamosteyê zarokên suryan Bunyamîn Aydin li ser xebatên wan axivîn. Aydin, diyar kir ku ji sala 2005’an ve 19 sal in bênavber li gundê Haxê xebata perwerdekirina zarokên suryan didomîne û got:“Gund Haxê ji 23 malan pêk tê û hemû niştecihên gund suryan in. Di heman demê de bi qasî 400 malên gund jî li welatên cuda yên Ewropa dijîn. Em ji 4 saliyan heta 12 saliyan zarokan perwerde dikin. Piştî saetên dibistanê zarok tên dêrê û perwerdeyê dibînin. Niha 30 zarok tên perwerdekirin. Her roj bi qasî saetekê zarokan perwerde dikim. Ev pergal ne ku tenê li gundê me heye, li hemû gundên me yên suryanî ev pergal hatiye sazkirin. Em tu zehmetî nakişînin.” Aydin, ji bo derfetên li dêrê û xebatên wan ên perwerdeyê jî ev agahî parve kirin:“Dikarim wiha bibêjim ji bo dêran tu pere nayê dayîn. Lê li dêrê me sindoqa alîkariyê heye. Welatiyên me yên ku çûne derveyî welat bi dêrê re alîkarî dikin. Bi vê alîkariyê xizmeta dêrê tê kirin. Em kesên ku ji dêrê re kar û xebatê dikin jî ji vê sindoqê pewistiyên xwe dabîn dikin. Tişta ku em dikin ji bo ziman û zarokên me ye û ji ber vê sedemê em vî karî dikin. “ Di dawiya axaftina xwe de Aydin, anî ziman ku ew zarokan dielimînin nivîsandin, xwendin û axaftina bi suryanî û got:“Dû re jî em wan fêrî îlahiyên suryanî yên ji bo îbadeta li dêrê dikin. Em heta 12 saliyan perwerdeyê didin, kesên ku bixwazin perwerdeya xwe bidomînin em wan dişînin dêr û manastirên me yên mîna Mor Gabrîelê û perwerdeya xwe hê zêdetir dikin.”

AW/KADRÎ ESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.