- 564 hunermen û nivîskar: Yek ji muxatebên pirsgirêkê Abdullah Ocalan e ku hevdîtinên bi Ocalan re derfetên aştiyê afirandibûn. Ev pêvajoya ku bi dilê beşeke mezin a civakê bû, dikare ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo aştiya civakî divê nêzîkatiyeke bi wêrekî bê nîşandan.
Ji warê wêje û hunerî 564 kesayetan bang kir û got, "Ji bo aştiya civakî divê nêzîkatiyeke bi wêrekî bê nîşandan. Hikûmet divê dest ji siyaseta xwe ya zext, tecrîd û şer berde."
Deklarasyona 'Em bibin deng ji aştiyê re', li avahiya Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê ya li Amedê û li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li Taksîm Hill Otelê bi civînên çapemeniyê hate eşkerekirin.
Hunermend, rexnegirên huner, nivîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaza û wênegir, dengbêj û akademîsyenên hunerî jî di nav de 564 kesayetan mohra xwe danî binê deklarasyonê.
Li Stenbolê Nivîskar Ayşegul Devecîoglû deklarasyon xwend û heman deklarasyon li Amedê jî bi Kurdî hat xwendin. Di Deklarasyonê de îşaret bi çareseriya pirsgirêka Kurd, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û aştiya civakî kir.
Hunermend û nivîskaran ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê civakê ji rojeva rastî qut dike, bi pey rojevên negirîng dixe û wan wiha dewam kir: "Tecrîd li ber destê desthilatdariya otokratîk bûye amûreke birêvebirinê. Civak di bin dorpêça îdeolojîk û polîtîk de ye. Tecrîd û polîtîkaya şer krîzên civakî û aborî kûrtir dikin."
Di deklarasyonê de hate gotin, bi hezaran mirov ji ber nihêrîna xwe ya siyasî bi neheqî girtî ne û greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê hate bibîrxistin.
Bang hate kirin da ku daxwazên girtiyên siyasî yên di grevê de bi cih bêne anîn û bi rêya danûstandinan çareserî bê peydakirin.
Abdullah Ocalan muxateb e
Rewşenbîran destnîşan kirin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê divê bi rêbaza danûstandinê bêne çareserkirin û îşaret bi 'Pêvajoya Çareseriyê' ya sala 2013'an hate kirin.
Bi dewamî hate gotin, "Yek ji muxatebên pirsgirêkê Abdullah Ocalan e ku hevdîtinên bi Ocalan re derfetên aştiyê afirandibûn. Ev pêvajoya ku bi dilê beşeke mezin a civakê bû, dikare ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo aştiya civakî divê nêzîkatiyeke bi wêrekî bê nîşandan. Divê ji diyalog û axaftinê neyê tirsîn."
Di deklarasyonê de bang li hikûmetê hate kirin da ku dest ji siyaseta xwe ya zext, tecrîd û şer berde: "Em mirovên ji qada huner û wêjeyê, vê daxwazê dikin û bawer dikin ku her kesê alîgirê aştiya civakî wê piştgiriyê bide vî fikrî û van pêşniyazan."
563 hunermend û nivîskar
564 kesayetan mohra xwe danî binê deklarasyonê û di nava wan de Muzîsyen Cevdet Bagca, rexnegirê hunerê Feyyaz Yaman, nivîskar Firat Cewerî, derhêner Haşim Aydemîr, lîstikvan Julîde Kûral, derhêner Sirri Sureyya Onder, akademîsyena şanoyê Sureyya Karacabey û nivîskarê gotinên stranan û bestekar Şanar Yûrdatapan jî hene.