Divê tecrîd rabe

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 15:55

  • Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e. Bi yek dengî xelk dibêje, azadiya Ocalan azadiya me ye. Êdî wext e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aştî û azadiyê pêk bîne.

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî, bi giştî 173 sazî li Hotêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi siberojê ve banga azadiyê” eşkere kirin. Li holê flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik daxuyanî xwendin.

Di metna deklarasyonê wan got, “Di bingehê pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarkirina gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer kûrtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku sermayeya civakî tesfiye bike û têk bibe.

Ev sûc, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cihên din pêk tên.

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih naîne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên sîstemîk çareser bike. 

 

Ocalan krîz dîtibû

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetvanê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên siberojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê tespît bike. Di sala 2019´an de, hîn şer û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî gotibû, ´Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim´ û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê, pêşniyaz kiribû. Destên wî yên ji bo çareseriyê û aştiya navbera gelan li hewa mabûn û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn bipêşxistin.

 

Derman çareserkirina meseleya Kurd e

Bi nihêrîn û pêşdîtînên Birêz Ocalan, baş hatine fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

Birêz Ocalan bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan bi meseleyan daketiye, paradîgmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê bipêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakereyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratîk bi pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybetî bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cihanê bûye hêza çareserkirina pirsgirêkan.

 

Divê regezên gerdûnî ji bo Ocalan pêk werin

Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî ji dinyayê qut bike jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin, teoriyên çareseriyê bi pêş xistine. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine gelan û tevahiya cîhanê.

Birêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e. Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan azadiya me ye.

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan  bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin, pergala tecrîdkirinê ya Îmraliyê ya li dijî Ocalan, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwîst e demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela ji bo Ocalan jî divê pêk werin.

Ji 30 mehan zêdetir e ti agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwîst e şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên di warê civakî û siyasî de pêk werin. Êdî wext e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aştî û azadiyê pêk bîne.”

Hema hema tevahiya sazî û partiyên siyasî yên li Amedê çalak in, ev deklerasyona hevpar îmze kirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.