Tirkiye bi şer bersivê dide

Çarşem 15 Adar 2023 - 23:29

Siyasetvanê Kurd Mehmûd Osman, derbarê biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyan de got, “Helwesta KCK’ê gelek ciwan bû, ji ber ku karesateke mezin bi serê gel de hat. Erê, rast e, di karesatê de mala Erdogan nerûxiya, lê xaniyên gel rûxiyan. Biryareke di cih de bû. Lê dewleta Tirk guh neda vê biryarê û timî êrişan dike. Li Rojava jî QSD’ê şer sekinandiye. Çima dewleta Tirk guh nade van bangên ji bo aştiyê? Çima sûd ji van derfetan wernagire? Ma gelo ev ne derfetek e ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê?”

Ocalan tecrîdkirî ye

Mehmûd Osman got, Tirkiye gavê bi pêş ve navêje û aştiyê naxwaze û wiha dewam kir: “Heger Tirkiyê aştî bixwesta, bi salan e Ocalan li girtîgehê her tim daxwaza aştiyê kiriye û proje pêşkêş kirine. Lê dewleta Tirk qet bersiva van daxwazan nedaye û li gel Ocalan neaxivîne. Bi salan e Ocalan tecrîdkirî ye. Li gorî min, ji ber ku Tirkiye naxwaze aştiyê li gel Kurdan bike, vê yekê dike.”

Wî agirbestê beriya niha yên PKK´ê bib bîr xistin û got, “Divê êdî PKK’ê sucdar nekin. Baş e, heger em bibêjin PKK ne baş e, ma ne li parlamenê parlementer hene, ma wan çi kiriye? Şaredaran çi kiriye? Partiyên din ên Kurdan çi kirine? Lê dewleta Tirk silavekê jî nade wan. Dewleta Tirk bi siyaseta neteweperestiyê tê birêvebirin. Şerxwaz e û aştiyê naxwaze. Heger Emerîka û NATO piştgiriya Tirkiyê nekin, Tirkiye wê nikaribe şerê Kurdan bike. Yanî pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, di heman demê de pirsgirêkeke cîhanî ye.” 

Divê NY navbeynkariyê bike

Ji bo aştiyê Mehmûd Osman bal bire rola muhtemel a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî: “Pêwîstî bi navbeynkariyê heye. Aliyê herî baş ku bikare navbeynkariyê bike, Neteweyên Yekbûyî ne. Dikare ji bo aştiyê bi erk û rola xwe rabe. Ji ber ku şerê heyî ewlehiya Tirkiye, Kurdan û Başûrê Kurdistanê têk daye. Pêwîst e NY destwerdanê bike. Ji ber ku ewlehiya Iraq û Suriyeyê jî têk daye. Ewlehiya Tirkiye bi xwe ji ber vî şerî xira bûye. Ji ber ku ev mijar di jêr kontrola Emerîkayê de ye destwerdanê jî nakin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.