We Kurd avêtin ber otobosê!

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 22:30

  • Profesorê Dîrokê û romanûsê li Awustralyayê ku bi eslê xwe Îrlandî û Ingilîz e, John Tully ji sefîrên Swêd û Fînlandiyayê yên li Canberra re nameyek nivîsî. 

Profesorê Dîrokê û romanûsê li Awustralyayê ku bi eslê xwe Îrlandî û Ingilîz e, John Tully ji sefîrên Swêd û Fînlandiyayê yên li Canberra re nameyek nivîsî. 

Wî di nameya xwe de got, ew ji tirs û xofa her du welatan beramberî dagirkeriya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê fêm dike, lê ji ber ku serî li ber şantaja Erdogan tewandine û "Kurd avêtine binê tekelên otobosê" jî ji bo ku bibin endamê NATO’yê ew bêhtir ji wan tirsiyaye.  

Di nameya xwe de ew dibêje, ya ku wê herî zêde aciz dike ew e ku di berdêla endametiyê de lihevkirineke li ser pêvajoya teslîmkirina Tirkiyeyê ya aktîvîstên Kurd hatiye kirin û dev ji her şêwaza alîkariya ji bo YPG’ê li Rojava hatiye berdan.   

Ew Joe Biden bi destekkirina vê bazara qirêj jî sûcdar dike û dibêje, ev "li welatên we yên xwedî dîrokeke bêalîbûnê û bernameyên pêşverû yên civakî ne" nehat.

Profesor John Tully dibêje, "Erdogan şerekî di nav sînorên Tirkiyeyê û li derveyî sînorên wê li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Ew sûcdarê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ye. Di nava van sûcan de 'paqijiya etnîk' jî heye ku di dagirkeriyên wî yên neqanûnî yên li bakurê Sûrî û hin beşên Iraqê pêk hatine. Tişta ku Putin li Ukraynayê dike gelekî dişibe vê, ev ji bo her kesê xema wî be, eşkere ye." 

Hûn misqalekê jî ji Trump ne çêtir in

Ew bi bîr dixe ku dewleta Tirk qirkirina miletên Xiristiyan hîna jî înkar dike û heta gava rastî tên gotin ceza dike û hevkariya wê û DAIŞ’ê dewam dike. Di dawiyê de nameya xwe wiha bi dawî dike:"Welatên rojava xwedî rêûresmeke dirêj a qirêj a helwêstên bi vî rengî ya sedsalî ne. Kurd weke ku mirov karibe di ber berjewendiyên xwe de xerc bike hatine dîtin ji ber ku - berevajî Ukrayniyan - ne Ewrûpî ne. Bi rastî jî ez difikirim ku lîderên we misqalekê jî ji Donald Trump ne baştir in. Trump hema piştî ku Kurdan berê xwe da 'paytexta’ DAIŞ’ê Reqayê, wî xiyanet bi Kurdan re kir û ev yek jî bi îdîaya ehmeqane ya ku Kurdan di roja Daxistina Eskeran li Normandiyê de alîkariya DYE´yî nekiriye 'rewa' kir."  

DOVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.