Divê dewleta Tirk bê dadgehkirin

Çarşem 18 Tebax 2021 - 23:55

KCK'ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê got, "Ji bilî berxwedanê, ne mumkin e ku azadiya Êzîdxanê û xwerêveberî bê misogerkirin. Dibe ku berdêl bên dayin, lê belê bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzîdxanê teqez misoger bibe."

KNK´ê jî xwest dewleta Tirk ji ber êriş û sûcên xwe yên li dijî Şengalê bê dadgehkirin.   Xebata Tifaqa Kurdistanî jî xwest li dijî êrişkariya dewleta Tirk helwêst bê nîşandan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijê Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK´ê got, "Dewleta Tirk careke din êriş bir ser Şengalê û nîşan da ku hevkarê DAIŞ'ê ye. Bi balafirên şer êriş bir ser wesayita yek ji pêşengên civaka Êzîdî Seîd Hesen, ku li dijî êrişên DAIŞ´ê li refên herî pêş li ber xwe dida û pêşî li êrişa qirkirinê ya DAIŞ'ê girt. Di vê êrişê de rêberê gelê Êzîdî Seîd Hesen û şervanê YBŞ'ê biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûn. Rojekê piştî vê êrişê, vê carê êriş birin ser nexweşxaneyeke li Şengalê û di encamê de şervanên YBŞ'ê Hemîd Sadun (Qîran Sîba), Xidir Şeref (Pîr Xidir), Ramî El Salim (Ronî), Meytem Xidir Xelef (Serhed Zemar) û kedkarên tenduristiyê Elî Reşo Xidir, Sedo Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Mûhlîse Sîdar şehîd bûn. Em sersaxiyê ji malbatên wan û tevahiya gelê Êzidî re dixwazin û ji 4 kesên birîndar bûne re şîfa xêrê hêvî dikin."

Berxwedan Şengala azad misoger dike
KCK´ê Seîd Hesen weke Derwêşê hemdem bi nav kir û got, "Derwêşê hemdem Şehîd Seîd Hesen tevî Dilşêr, Egîd û Nûjînan di têkoşîna avêtina DAIŞ'ê ji Şengalê de, YBŞ ava kir û Êzîdxan kir xwedî hêza xweparastinê. Weke dîwana kongreyê kir ku meclîs bê avakirin û bi vî rengî weke damezrînerê xweparastin û xwerêveberiyê cihê xwe yê nemir di dîroka Êzîdiyan de girt. Êzîdî wê pêşengî û keda Şehîd Seîd Hesen ji bîr nekin. Hewldanên wî wê teqez bi Êzîdxana Azad bên tacîdarkirin."

KCK´ê bal bire ser lihevkirina di navbera PDK û Iraqê de jî û got, "Li ser zexta dewleta Tirk, li ser şantaja PDK'ê di navbera Iraq û PDK'ê de li hevkirinek hatibû çêkirin. Bi êrişên dewleta Tirk re tê xwestin ku îradeya Êzîdiyan bê şikandin, ev peyman bi cih bê anîn û Êzîdxan li rewşa beriya Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an bê vegerandin. Li hemberî vê rewşê, erk û wezîfeya dikeve ser milê xelkê Êzîdî, dost û mirovên xwedî wijdan û bi edalet, ew e ku li dijî êrişan li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê ne mumkin e ku Êzîdxan azad û xweser bibe. Dibe ku berdêl bêne dayin, lê belê bi berxwedanê wê xweserî û xwerêveberiya Êzîdxanê teqez misoger bibe."

Sûcên li dijî mirovahiyê ne
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî li ser mijarê got,
"Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrişî Şengal û xelkê Êzîdî dike. Êrişên berê û êrîşa li ser navenda bajarê Şingalê û bombabarankirina nexweşxaneya Sikênîyê, li gorî pîvanên hiqûqî, sûcên giran in û tewanên li dijî mirovatîyê ne û tewanên dema şer in. Rêvebir û berpirsên dewleta Tirk, ji van êrişan berpirsyar in, cinayetkar in û divê di dadgehên navneteweyî de bêne dadgehkirin."

Platforma Baweriyên Mezopotamyayê jî xwest li dijî êrişan Kurd û dostên wan xwedî li statuya Şengalê derkevin : "Em bang li gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê dikin ku bi têkoşîna statuya gelê me yê Êzîdî re bibin yek. Dema ku em li kêleka gelê Şengalê bin, em dikarin vê zêhniyeta qirkirinê bidin sekinandin û gelê me yê Êzîdî bikin xwedî statuya xweser."

Xebata Tifaqa Kurdistanî jî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijê Şengalê û Nexweşxaneya Sikeniyê şermezar kirin û bang kir da ku li dijî êrişên Tirk helwêst bê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.