Divê têkoşîna xweparastinê mezin bibe!

Nûçeyên Jin

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:39

Li aliyê din gelek rêxistinên ji kurdistanê û derveyî Kurdistanê jî bi daxuyaniyên xwe hem banga xwedîderketina li mafên jinan kirin û hem jî hovîtiya rejîma Îranê rûreş kirin.  

KJK'ê kuştina Mehsa Amîrî bi hêrs şermezar kir û di serî de jinên li Rojhilatê Kurdistanê bang li jinên Belûcî, Fars û Azerî kir ku li dijî van polîtîkayên dijminatiya li jinê, li her qadê têkoşîna xweparastinê mezin bikin.

TJA’yê jî têkildarî şehîdkirina Mehsa Amînî bi destê rejîma Îranê, daxuyanî da û polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan şermezar kirin. TJA’yê, diyar kir ku vîna Jîna Mehsa Amînî û têkoşîna wê ya ji bo nasnameyê ew ê ji bîr nekin. 

Di daxuyaniyê de her wiha “Sirûda Jinan a ji bo Wekheviyê” ya ku aktîvîstên jin ên Îranê nivîsandine jî  hat parvekirin.

PJAK û KODAR´ê hîna şemiyê li dijî şehîdkirina Jîna Amînî bang li xelkê kirin da ku bi xurtî tevlî çalakî û xwepêşandanan bibe. Wan got, “Êşkence, girtin, bidarvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst; heger civak pêşiya vê yekê negire, wê berdêla wê giran be."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.