Aştî bi berxwedanê dibe

În 28 Tebax 2020 - 19:59

  • Cemal Şerîk got: Desthilata Tirk a heyî rêyên aştiyê hemû girtine, ji bilî qirkirinê li ser alternatîfekê nasekine û lewma bi lêdana derbên giran aştî dikare bê bidestxistin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Şerîk diyar kir ku pêwîstiya cîhanê herî zêde bi aştiyê heye, lê belê dinya herî zêde ji vê mijarê dûr ketiye û got, "Dinya di nava şer de ye. Dîktatoriyên faşîst veguherîne sîstemeke ji rêzê û asayî. Di rewşeke wiha de tenê tiştek dimîne ku ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê bê gotin; ew jî pêwîstî û neçariya têkoşîna ji bo aştiyê ye. Bi gotineke din, tenê bi bilêvkirina gotina aştiyê nepêkane ku mirov aştiyê bi dest bixin. Hêzên ku çek û desthilatdarî di destê wan de hene, daxwaza alîgirê aştiyê weke lawaziyê û xurtbûna xwe dibînin. Xwe dispêrin vê yekê û ji bo hîn bêhtir bitepisînin mîna har bibin êriş dikin. Lewma di vê serdemê de alîgiriya aştiyê ya li dijî şer, têkoşîna ji bo parastina aştiyê ferz dike. Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne. Ev yek hîn bêhtir ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê wisa ye."

Li Kurdistanê şer ne tenê leşkerî ye

Cemal Şerîk anî ziman ku şerê giran ê li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewime bandora herî mezin li Kurdistanê dike û destnîşan kir, li Kurdistanê şerekî taybet-qirêj tê meşandin û yê ku rola vî şerê qirêj û giran daniye ser milê xwe dewleta Tirk e.
Şerîk got, "Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê ji asta şerê leşkerî jî wêdetir e. Bi rengê qirkirina civakê tê meşandin. Xweza tê talankirin. Rewş û avaniya çandî û civakî tên tunekirin. Jin tên qirkirin. Bi navê civaka mirovan çi hebe, êriş lê tê kirin. Li dijî vê yekê, parastina aştiyê bi têkoşîneke bi ruhê sefeberiyê ya li dijî dewleta Tirk a qirker dibe."

Aştî wan serûbin dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk bi bîr xist ku şer di rewşa heyî de li tevahiya Kurdistanê didome û got, "Li dijî êrişên qirkeriyê berxwedaneke xurt a gerîla heye. Yekîneyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker li Heftanînê di nava çiravê de çikiyane, her ku gavekê diavêjin bêhtir asê dibin û nikarin xwe bilivînin. Dewleta Tirk a qirker ne tenê li dijî Kurdan her wiha li dijî gelê Ereb jî şer dike. Di şerê li dijî Ermenistanê de li gel Azerbaycanê cihê xwe digire. Li rojhilatê Derya Spî li ber destpêkirina şer e. Bi vî rengî ji her alî ve ketiye nava şer. Ji bilî gotina şer, gotineke din bi kar nîne. Zane ku dema gotina 'aştiyê' bi kar anî wê serûbin bibe."
Şerîk diyar kir ku li dijî dijminekî ku gotina 'aştiyê' weke lawaziyê dibîne, têkoşîna bê meşandin divê bi taktîk û stratejiyeke ku aştiyê lê ferz bike, bê meşandin û got, "Ev yek jî xurtkirina Berxwedana Parastina Rewa ye ku ev mafekî herî rewa ye. Bi pênaseya xwe ya stratejîk jî, bilindkirina şerê Gel ê Şoreşgerî ye."

BERFÎN BAGDÛ/ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.