Komîteya Nobelê ya Norwêcê, Xelata Aştiyê ya Nobelê îsal da aktîvîst Narges Mohammmadî (Nergiz Mihemedî) ji ber "Têkoşîna wê ya li dijî zextên li ser jinan li Îranê û ji bo bipêşxistina azadiya her kesî".
Komîteya Nobelê ya Norwêcê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023’yan wan daye Narges Mohammmadî "ji ber têkoşîna wê ya li dijî zext û zordariya li ser jinan li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya her kesî".
Rojnamevan û çalakvana mafên mirovan Narges Mohammmadî 51 salî ye û li Tehranê di hepsê de ye.
Narges Mohammmadî her wiha cîgira Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e ku ji aliyê parêzera Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ve tê birêvebirin.
Narges Mohammmadî, sala 1972'an li Zencanê ji dayik bûye, ji sala 1988'an heta niha gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Di Gulana 2016’an de ji ber ku tevgera mafên mirovan ji bo rakirina cezayê bidarvekirinê damezrand û pêşengî jê re kir, 16 sal cezayê hepsê lê hat birrîn.
Xelata Nobelê ya Aştiyê ku tevî 11 milyon kronên Swêdî tê dayîn, wê di 10’ê Kanûnê de roja rojbûna Alfred Nobel de li Osloyê bê dayîn.
Bankeya Swêdê ya Zanistên Aboriyê ku weke Xelata Aboriyê ya Nobelê tê naskirin, wê roja Duşemê xelatê bide xelatgiran.
OSLO